Derbeya Îranê ya li ser referandûmê bi ser neket

26-09-2017
Mahmud Yasin Kurdi
Nîşan Kerkûk Giştpirsî Serxwebûn Kurdistan Qasim Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva Yeldayê, ku şeva herî dirêj a sale ye û şeva 21ê Kanûnê ye, ji bo Kerkûkiyan îsal pir zû hat. Guvaşên Îranê yên li ser berpirsên parêzgeha Kerkûkê û beriya hemûyan jî li ser Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, roja 23ê Îlonê dest pê kirin. Hew mabû ew şev bibe “şeva herî dirêj a kerkûkiyan” û riya referandûmê li seranserê parêzgeha Kerkûkê bigre. Lê Rêbwar Talebanî nekete bin bandora guvaşên Îranê.

 

Endazyarê van guvaş û gefan, Fermandarê Feyleqa Quds a Sûpaya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî bi xwe bû. Guvaşan bi riya hindek berpirsên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve dest pê kir.

 

Malbenda YNKê yê Kerkûkê du roj beriya referandûmê ragihand, ku dem ji bo referadnûmê ne guncayî ye û li Kerkûkê referandûm nayê kirin. Helwesta hejmareke serkirdeyên diyar ên YNKê jî heman awayî bû. Li ser vê yekê, şeva 23ê Îlonê Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl gihişte Kerkûkê. Herwiha, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm careke din ragihand, ku dê referandûm di dema xwe de were kirin.

 

Guvaşên xwe li ser Rêbiwar Talebanî şidandibûn

 

Li gorî gotina hinek berpirsên Kerkûkê, wê şevê Qasim Silêmanî ji serkirdeyên YNKê yên li dijî referandûmê ne xwestibû, ku Civata Parêzgeha Kerkûkê kom bikin û biryarê bidin daku li vî bajarî referandûm neyê kirin. Ji bo vê jî guvaş xistibûne ser Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî.

 

Serkirdeyekî bilind ê Yekgirtûya îslamî derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got: “Serkirdetiya Yekgirtû li Hewlêrê pêwendî bi Şêx Rêbwar Talebanî re çêkir û jê xwest, ku nekeve bin bandora guvaş û gefên ti aliyan. Ji ber ku eger li Kerkûkê referandûm neyê kirin dibe bandorê li referandûma tevahiya Kurdistanê bike.”

 

Berpirsê Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Xûrşîd jî got: “Ew şev, yek ji şeva herî zehmet a jiyana min bû. Guvaşeke mezin li ser Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hebû û jê dixwestin, civînekê bike û ragihîne, ku li Kerkûkê referandûm nayê kirin. Eger ev biryar bihata kirin êdî referandum nedihate kirin.”

 

Barzanî ji Telebanî re peyam şand

Mihemed Xûrşîd eşkere kir, ku hejmareke berpirs û serkirdeyên YNKê civînek pêk anîbûn û biryar dabûn bi tevlêbûna lîsteya erebî û bereya tirkmenî civîna Civata Parêzgeha Kerkûkê pêk bînin.

 

Xûrşîd got: “Me peyama cenabê Serok Barzanî ragihande Rêbiwar Talebanî û bersiva wî jî ragihande Serok. Paşî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel Berpirsê Malbenda YNKê yê Kerkûkê axivî. Kak Mesrûr Barzanî jî rênimayî da hevalên asayîşê. Ji ber ku eger bi vî awayî destwerdan nehatiba kirin dibe tiştên nexwestî çêbiban. Me hest pê kir, ku planeke mezin li dijî kerkûkiyan heye da ku beşdarê vê proseya çarenivîsaz nebin.”

 

Bi gotina Mihemed Xûrşîd zanyariyên wan hebû ku wê şevê fermandarekî mezin ê Îranê hatiye Kerkûkê û li bajêr liv û etvgereke ne sirûştî hebûn. Lewma dibêje: “Lê birastî cenabê Serok Barzanî wê şevê weke kelh li pişta me bû. Li gel Kak Kosret Resûl rewş aram kirin. Ji ber ku asayîşa YNKê rê nedida sindoqên dengdanê li navendên dengdanê yên Kerkûkê werin belavkirin.”

 

Talebanî dixwaze ji Barzanî bipirse

 

Rêbwar Talebanî piştrast kir, ku wê şevê ji wî xwestine civînekê saz bike û derbarê vê yekê de ji Rûdawê re wiha got:

 

“YNKê ji min xwest ku ji bo paşxistina giştpirsiyê civînekê saz bikim. Lê min ji YNK û partiyênd in re got, em bi hevre herin vê mijarê li gel Serokê Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin û ji wî bipirsin. Ji vî alî û ji wî alî guvaş hebûn lê ya giring ew bû, ku me li Kerkûkê referandûm kir.”

 

Rêbwar Talebanî, ku ji ber biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve derbarê wî de doza dadgehê hatiye vekirin, di wê baweriyê de ye, ku xewnên wî bûne rastî.

 

Talebanî daxwaza xwe tîne ziman û dibêje: “Divê Kerkûk di çarçoveya dewleta Kurdistanê de bibe herêmeke federal. Çimkî Kerkûk bajarekî pira netewe, ayîn û mezheb e. Xwedan taybetmedniyekî ye. Ev têgehiştin li cem serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê heye.”

 

 ke behoy hellkirdnî allay kurdistanewe le kerkûk lelayen bexdawe drawete dadga, pêywaye xewnekey ew hatuwete dî û dawakare "kerkûk bikrête herêmêkî fîdrallî le çwarçêwey dewlletî kurdistan, çunke şarêkî fre netewe û ayn û mezhebe û taybemendîy xoy heye, ew têgeyiştneş lelayen serkirdayetî syasî kurdistanewe heye".

 

Çavkaniyekê agadar, ku ji nêzîk ve bûyerên wê şevê yên Kerkûkê dizane, ji Rûdawê re got: “Qasim Silêmanî 2 şevan li Silêmaniyê ma, şevekê li Hewlêrê û şevekê jî li Kerkûkê ma. Wî gelek hewl da ku Civata Parêzgeha Kerkûkê civîneke awarte saz bike û biryara paşxistina referandûmê bide. Ji ber ku tenê civata parêzgehê dikariya vê biryarê derbixe. Lewma Qasim Silêmanî hinek serkirdeyên YNKê jî razî kiribû, ku li ser Kerkûkê metirsî hene.”

 

Serkirdeyekî din ê Yekgirtûya Îslamî ji Rûdawê re got: “Wê şevê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Bahadîn û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefon û peyaman li gel Rêbwar Talebenî axivîn û nehiştin civîna civata parêzgehê were kirin.”

 

Talebanî ji zîndanên Beesiyan heta ber giliyên Bexdayê

 

Rêbwar Fayiqa Talebanî li sala 1968ê li Kerkûkê  ji dayik bûye û koleja endazyariyê qedandiye. Di serdema ciwaniya xwe de tevlî refên Partiya Yekgirtûya Îslamî kiriye. Ji ber karên rêxistina Birayên Misliman li Kerkûkê, 3 salan ji aliyê rejîma Bees ve hatiye girtin û 6 mehan di zîndana takekesî de meye.

 

Talebanî di hilbijartinên sala 2005ê de ji Lîsteya Biratî û Bihevrejiyanê, bû endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê. Paşî bi rekeftina aliyên kurdî, li ser para Yekgirtûya Îslamî bû cîgirê serokê civata parêzgehê. Piştî ku serokê civatê yê tirkmen Hesen Tûran bû parlamenterê Iraqê, Rêbiwar Talebanî bi wekalet bû serokê civatê.

 

Di serdema serokatiya Rêbwar Talebanî de, roja 28ê Adara 2017ê, Civata Parêzgeha Kerkûkê biryar da, Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehan were bilindkirin. Herwiha roja 29ê Tebaxa 2017ê jî biryar da, li Kerkûkê referandûm were kirin.

 

Ji ber van biryaran, li ser giliya hejmareke endamên tirkmen û ereb, dadgeha Bexdayê derbarê Rêbwar Talebanî de biryara lêpirsînê da.

 

Rêbwar Talebanî kadroyekî pêşketî yê Yekgirtûya Îslamî ye û biraziyê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ye. Ew jî herweke Celal Talebanî di civînên aloz û nakok ên Civata Parêzgeha Kerkûkê de, ji bo hêminkirina rewşê pêkenok û çîrokan dibêje.

 

Talebanî zimanê kurdî, erebî, tirkmenî û îngilîzî dizane û bavê 3 zarokan e. Ew Mesûd Barzanî û Celal Talebanî weke dibistana xwe binav dike û dibêje: “Mam Celal û Kak Mesûd ji bo min dibistanên mezin in. Herdu jî xwedan dîrok û xebatekî dûr û dirêj in. Ji bo xizmetkirina gelê xwe ez ji wan fêrê gelek tiştan dibim.”

    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst