Başûrê Kurdistanê ‘Serxwebûn’ hilbijart!

Hewlêr (Rûdaw) – Li seranserê cîhanê çavê kurdan li ser roja 25ê Îlonê bû. Li Başûrê Kurdistanê, zêdetirî 3 milyon dengdêr, li 2 hezar û 13 navendên dengdanê bersiva vê pirsê dan: “Gelo we divê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?” Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan, ji sedî 72 yê dengdêran bersiva vê pirsê dan û piraniya wan jî gotin “erê”.

 

Bi tevê guvaş û gefên navxwe û derve, Başûrê Kurdistanê biryara xwe ya dawîn ji bo cudabûyna ji Iraqê da. Başûrê Kurdistanê dixwaze êdî ji vir û şûnde, weke cîranekî li gel Iraqê danûstandinan bike.

 

Rêjeya beşdarbûnê %72 bû

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Şervan Zirar ragihand, ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên di bin kontrola pêşmerge de, 3 milyon û 985 hezar û 120 kes xwedan mafê dengdanê bûne. Herwiha 497 hezar û 190 dengdêrên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hebûne. Li derveyî welat jî 98 hezar û 945 hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê navê xwe di sîstema elektronîkî de tomar kirine.

 

Şervan Zirar ragihand, ku li gorî van datayan mafê 4 milyon û 581 hezar û 255 kesan ê dengdanê hebûye. Ji van 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî proseya dengdanê bûne. Wate rêjeya beşdarbûnê %72.16 bûye.

 

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran li ser beşdarbûna gel a referandûmê ji Rûdawê re got: “Ew dijîtî û plangeriya li hember mafê kurdan hate kirin, gelê me pal da ku bi germî herin ser sindoqan û beşdarî referadnûmê bibin.”

 

Li gorî amarên ne fermî, hejmara dengdêrên parêzgeha Kerkûkê digihe nîv mîlyon kesan. Beşek ji wan li bajarên Herêma Kurdistanê koçber in û beşek ji wan jî di nava pêşmerge, asayîş û polîs de erkdar in.

 

Çavkaniyekê ji Jora Operasyonên Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand: “Em pêşbînî dikin li Kerkûkê rêjeya dengên erê zêdetirî % 90 be.”

 

Ev jî di demekê de ye, ku beşek ji ereb û tirkmenên Kerkûkê referandûm boykot kirin. Hinek berpirsên bajêr di wê baweriyê de bûn, ku metirsî û gef li ser Kerkûkê hene, lewma dê rêjeya beşdarbûnê kêm bibe. Lê Kerkûkî bi coş û xiroşeke mezin beşdarî dengdanê bûn.

 

Medyaya cîhanê li Kurdistanê bû

 

Ji bo kurd ji biryara referandûmê paşde gav bavêjin guvaşeke mezin ê navdewletî hebû û gelek welatan digot; “niha ne dema referandûmê ye.” Lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku weke endazyarê referandûmê tê destnîşankirin, di bangaşeya referandûmê de herdem civaka navdewletî bi vê pirsê re rûbirû kir; “Niha nebe, kengî dema referandûmê ye?”

 

Cîhanê bi giringî proseya giştpirsiyê şopand. Lewma hejmareke zêde yê çavdêrên biyanî û medyayên cîhanî, roja referandûmê li navendên dengdanê amade bûn.

 

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan ji Rûdawê re ragihande: “9 partî û tevgerên siyasî bi tevê Tevgera Nexêr beşdarî proseya referandûmê bûn. Herwiha 400 çavdêrên navdewletî û 2 hezar çavdêrên navxwe jî pêvajo şopandin. Bi tevê 159 dezgehên medyayî yên derve, 500 dezgehên ragihandina navxwe jî rûmala referandûmê kirin.”

 

Serkirdeyan çi got?

 

Di referandûma Başûrê Kurdistanê de çavê medyayan li ser gotina serkirdeyên siyasî bû. Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî di temenê xwe yê 71 salî de soza xwe bicîh anî û herwke di gotara xwe ya dawî de gotibû: “Ez xwe li hember Xweda û gelê xwe şermezar nakim”, li Pîrmamê û weke hercar bi cilûbergên kurdî dengê xwe da. Barzanî tenê silav da rojnamevana û ti gotinek ne kir.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dengê xwe da û piştî dengdanê û got: “Ji bo hemû pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn, îro rojekî dîrokî ye. Peyama me di vê rojê de ev e; gelê Kurdistanê dixwaze bi awayeke aştîyane û demokratîk dengê xwe bikar bîne û paşeroja xwe diyar bike. Me tenê divê îradeya gelê xwe nîşanê dinyayê bidin, ku em dixwazin ber bi serxwebûnê ve herin. Proseyekî demokratîk û danûstandinên cidî dê li gel Bexdayê dest pê bikin. Zêdetirî 20 salan e me ji bo welatên cîran û Iraqê jî selmandiye, ku em faktorê seqamgîrî û aramiyê ne li herêmê de.”

 

Serkreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahadîn Bahadîn Bahadîn, ku partiya wî ji destpêkê ve piştgirî dide biryara serxwebûnê, li Otêla Rotana ya Hewlêrê deng da. Bahadîn piştî dengdanê got: “Em di nava qonaxeke hestira de ne. Divê gelê kurd bi awayeke aştiyane û demokratîk daxwaza xwe ya serxwebûnê ragihîne.”

 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li Silêmaniyê dengê xwe bikar anî û got: “Me proseyek daye destpêkirin. Em ji cîranên xwe ji dostê xwe û ji Iraqê dixwazin me fêm bikin. Iraq bi sepandina cezayan li dihî giştpirsiyê sekinî lê bersiva herî rast ji bo wan dengdana giştpirsiyê ye.”

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê çû navenda dengdanê û deng bikar anî. Parlamentoya Iraqê beriya referandûmê derbarê Kerîm de biryara dûrxistina ji kar dabû. Kerîm piştî dengdanê ji Rûdawê re got: “Min dengê xwe ji bo serxwebûnê bikar anî. Pêvajoya avakirina Kurdistana serbixwe dest pê dike.”

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar li cihê dayikbûna xwe, Xaneqînê beşdarê dengdanê bû û ragihand: “Danûstanên me yên li gel Bexdayê dê piştî referandûmê û bi awayeke berpirsane bibe. Em dewletên cîran piştrast dikin, ku Kurdistan nabe fantorekî alozî û ne seqamgîriya herêmê.”

 

Tevgera Goran tenê çend demjimêr beriya referandûmê biryara xwe eşkere kir. Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî li bajarê Silêmaniyê çû ser sandoqê. Piştî dengdanê Goran Omer Seyîd Elî got: “Giştpirsî ne mijareke siyasî ye û nabe bibe mijareke şexsî jî.” Serokê Giştî yê Tevgera Goran got, ku wî dengê erê daye ji bo serxwebûna Kurdistanê.

 

Komela Îslamî ya Kurdistanê jî herweke Tevgera Goran, roje beriya referandûmê biryara beşdarbûna proseyê da. Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr piştî dengdanê li Hewlêrê got: “Em jî neteweyek in û xwedanê wan mafan e, ku bi salane ji me hatiye dizîn. Ya baş ew e dewletên cîhanê êdî vê stem û xeletiyê berdewam nekin.” Elî Bapîr peyamek arasteyê Tirkiye û Îranê kir û got: “Hêrsa xwe bişkînin û hinek din jî aram bin!”

 

Yek ji wan serkirdeyên ku beşdarê denganê bû, Serokê Lîsteya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih bû. Berhem Salih piştî dengdanê ji rojnamevanan re got: “Ji bo şehîdên Kurdistanê, kedkarên şoreşa Kurdistanê, tekoşerên dêrîn ên vî nîştîmanî, ji bo bav û bapîrên me, ku serê xwe ji ber xewna serxwebûna Kurdistanê dane, ji bo jêbirina wê zilma dîrokî ya li gelê me hatiye kirin, min deng da serxwebûna Kurdistanê.”Salih herwiha diyar kir: “Ji dil dixwazim serxwebûn bibe hêvina aştî û jiyaneke xweş ji bo gelê me. Bibe sedema hikûmraniyeke baş û dadperwer û pirsgirêkên îro yên Kurdistanê çareser bike. Herwiha, hemwelatiyan ji vê rewşa nexweş û tengezar rizgar bike.”

 

Encamên destpêkê

 

Li gorî encamên ku peyamnêrên Rûdawê li navendên dengdanê yên li bajar û navçeyan wergirtine, rêjeya beşdarbûnê herî zêde li bajarojê Mêrgesorê ya Hewlêrê bûye, ku ji %98 e. Paşî navçeya Xaneqînê ji %96. Herwiha rêjeya herî nizim li Silêmanî bûye. Li Silêmaniyê rêjeya beşdarbûna giştpirsiyê ji % 55 bûye.

 

Li gorî encamên destpêkê, rêjeya herî bilind a dengên erê li navçeya Zaxoyê derketiye. Ji %99ê Zaxoyiyan gotine erê. Rêjeya herî kêm a dengên erê jî li navçeya Pişder a Silêmaniyê bûye, ku ew jî ji % 70 ye.

 

Li gorî encamên destpêkê, rêjeya beşdarbûna û dengên Belê û Nexêr bi vî awayî ne:

 

Hewlêr %86

 

Duhok %92

 

Kerkûk %78.8

 

Deşta Neynewa %86

 

Xaneqîn %92

 

Zaxo %94

 

Akrê %94

 

Gulale (Celewla) %87

 

Qeretepe %62

 

Cebare %76

 

Mexmûr %87.3

 

Soran %86

 

Amêdî %89

 

Çoman %91

 

Mêrgesor %98

 

Ruwandiz %90

 

Çemçemal %63

 

Li gorî wan amarên nefermî yên destpêkê, rêjeya dengên Belê û Nexêr jî li hin bajar û navçey û bajarokên Herêma Kurdistanê wiha ye:

 

Hewlêr

 

Belê: 92.5

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %7.5

 

Duhok

 

Belê: %98.33

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %1.66

 

Helebce

 

Belê: %95.4

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %5.6

 

Akrê

 

Belê: %97.6

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %1.8

 

Berdereş

 

Belê: %98.2

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %1.8

 

Kelar

 

Belê: %87

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %2.4

 

Seyid Sadiq

 

Belê: %81

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %19

 

Zaxo

 

Belê: %99

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %1

 

Pişder

 

Belê: %70.81

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %25.58

 

Şeqlawe

 

Belê: %93.7

Dengên din (Spî, betal, nexêr): %6.3

 

Mexmûr

 

Belê: 96.8

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %1.8

 

Çemçemal

 

Belê: %84.2

Dengên din (Spî, betal, nexêr):  %15.8