Karsaz û bazirgan ji helwesta Tirkiyê ya li ser deriyên sînorî nerazî ne

Silopî (Rûdaw) – Karsaz û bazirganên ku dahata wan hemû li ser bazirganiya deriyê sînor in, ji helwesta hikûmeta Tirkiyê ya daxwaza girtina deriyên sînor, nerazî ne û dibêjin: “Daxistina deriyê sînor her wisa daxistina deriyê mala me ye.”

 

Wezîrê Gumrikê yê Tirkiyê Bulent Tufekçi li ser gotegotên girtina Deriyê Gumrikê yê Xabûrê got: “Derî niha ji hatûçûnê re vekirî ne, lê girtina wê jî di rojeva me de ye” li aliyê din jî karsaz û bazirganên ku dahata wan hemû li ser bazirganiya deriyê sînorî ye, ji vê helwesta hikûmeta Tirkiyê gelek nerazî ne û dibêjin, ku daxistina deriyê sînorî tê wateya daxistina deriyê mala wan.

 

Salewext nêzîkî milyon û sed hazar wesayît ku piraniya wan barhilgir û treyler in, di Deriyê Sînorê yê Xabûrê re derbas dibin. Piştî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê niha herkes vê yekê meraq dike, ku “Gelo Tirkiye wek bedîleke nerazîbûnê dê vê dergehê bigire an na?”

 

Serokê Karsazên Ciwan ê Şirnexê Nihat Bilişik ji Rûdawê re diyar kir, ku ev alternatîv dê alternatîveke pir giran be, eger biryareke wiha hatibe dayîn jî, divê hikûmeta Tirkiyê jê vegere û got: “Eger ev derî were daxistin dê ji bo aboriya Tirkiyê jî, ya Kurdistanê jî gelek xerab be, lê baweriya min ev tenê gefxwarinek e,  Tirkiye vî deriyî nagire, ev pirsgirêk dê di nav 10 rojan de çareser bibe.”

 

Tevî hemû bertek gef û nerazîbûnên hikûmeta Tirkiyê ya li hember pêkanîna  giştpirsiya Başûrê Kurdistanê deriyê gumrikê yê Xabûrê weke rojên din vekiriye û hatûçûn bi hêsanî pêk tê.

 

Deriyê gumrikê yê Xabûrê ji bo Tirkiyê her weke deriyê Rojhilata Navîn e, hawirde, hinarde û  geştiyariya herî zêde di ser vê deriyî re tê kirin, di heyamên qeyranan de jî, melhema birînên aboriya Tirkiyeyê Xabûr e. Bazirganên ciwan ên bajar û bajarokên ser tixûb jî ji gotegotên girtina deriyê Xabûrê nîgeran in û ew dibêjin “Ev dergeh were girtin, derîyê mala me jî pê re tê girtin.”

 

Bazirganê bi navê Mihemed Reşîd aşkere kir: “Em naxwazin ev derî were girtin, ji ber ku em hemû ji vî deriyî nanê xwe dabîn dikin.”

 

Mihyedîn Şîmşek jî diyar kir: “Xisar dê gelek zêde be, li welatê me, ne pîşesazî ne çandinî û ne jî ajalvanî nemaye.”

 

Ajovanê bi navê Mihemed Eren jî destnîşan kir: “Eger ev dergeh were girtin, emê hemû bi kuçeyan bikevin.”

 

Di deriyê Xabûrê re rojane bi hatin û çûyînê, nêzî 3000 wesayît derbas dibin.