Ji HDPê ji bo çareseriya krîza Başûr nexşerê

Hewlêr (Rûdaw) – Hate zanîn ku şanda HDPê ya di bin serokatiya Selahattîn Demirtaş de hatibû Başûrê Kurdistanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, nexşerêyek daniye pêşiya aliyên siyasî.

 

Ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, înîsiyatîfeke nû tê pêşxistin. Vê carê jî di bin serokatiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş de şanda vê partiyê, projeyekî lihev nêzîkkirina aliyan pêşkeşê aliyan kir.

 

Lê aliyên siyasî ne piştrast in ka dê ev înîsiyatîfa Demirtaş û hevalên wî, bigihe encamê yan na.

 

Hate zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan, HDPê pêşniyara destpêkirina diyalogan û çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kiriye.

 

Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbuwar Hemed derbarê mijarê de ji Rûdawê re got, “Şanda HDPê ew peyam gihand ku aliyên siyasî careke din vegerin ser mêza danûstandinan. Herwiha xwestin ku di asayîkirina rewşa Başûrê Kurdistanê de rol bilîzin.”

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku yekem car şanda HDPê serdana wan kiribû, bi erênî pêşwazî li înîsiyatîfê dike.

 

Berpirsê Pêwendiyên PDKê Ehmed Kanî ji Rûdawê re got:

 

“Weke PDK em hestyariya rewşê dibînin. Niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û lihev nêzîkbûnê heye. Ji bo vê jî em bi erênî pêşwaziya hemû înîsiyatîfên çareseriyê dikin. Lê divê ti mercên pêşwext nebin û armanca civînan jî çareseriya krîzê be.”

 

Hêjayê gotinê ye ku şanda HDPê roja 22ê Îlonê gihiştibû Hewlêrê û di destpêkê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civyabû.

 

Şandê piştî civîna ligel partî û aliyên din ên siyasî careke din serdana serok Barzanî kiribû.