DÊRSÎM – Fermandarekê tirk hat kuştin

Navenda Nûçeyan – Li Dêrsîmê di navbera gerîlayên PKKê û tîmên Tevgera Taybet a Cendermeyên Tirkiyeyeyê de pevçûn derket û di encamê de fermandarekê payebilind ê tirk hat kuştin.

 

Li gorî agahiyan li herêma gundê Demirkapiyê îro saet 14.30ê di navbera leşkerên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de şer derket.

 

Di encama pevçûnê de fermandarê bi navê Yavuz Sonat birîndar bû û ew ji bo dermankirinê bi helikoperê birin nexweşxaneya Elezîzê lê ji mirine ne xilas nebû.

 

Pevçûnan nêzîkî nîv saetekê berdewam kirin û piştre tîmên tevgera taybet û 2 firokeyên ji cureya kobra veguhestin herêma li şer qeyimî.

 

Hat gotin firokeyan nêzîkî 2 saetan herêm bomberan kir û piştre dû ji daristanê rabû.

 

Herwiha hat gotin operasyon ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê hem bi bejayî û hem bi asmanî didome.