Li Amedê daxwaza perwerdeya kurdî

26-09-2015
RÛDAW
Nîşan Komeleya 78an Pewrde Kurdî Zimanê Dayîkê
A+ A-

Amed (Rûdaw - Li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê bi hatina serdema fermî ya perwerdê dîsa pirsgirêka perwerdeya zimanê dayîkê hate rojevê û di derbarê vê mijarê de jî Komeleya 78an a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Serokê Komeleya 78an ê Amedê Ganî Alkan amaje kir ku ew bang dikin dibistanên dewletê werin boykotkirin ku li ser pirsgirêka perwerdeya zimanê dayîkê bal were kişandin.

Alkan diyar kir ku hezar û 600 dibistanên ku bi zimanê tirkî perwerdê didin hene û li gel vê yekê dibistaneke tenê heye ku bi zimanê kurdî perwerdê dide û dewlet vê yekê jî zêde dibîne û zext û zoran li ser dike.

Alkan destnîşaj kir ku dewlet dibêje kurd û tirk birayê hev in lê zimanê birayên xwe qedexe dikin ev biratiyeke çawa ye.

Alkan da zanîn ku dê kurd li hemberî helwesta dewletê di çarçoveya xweseriya demokratîk de  dibistanên zimanê kurdî vekin da ku birînên xwe derman bike.

Daxuyanî bi diruşmeya “Zimanê me hebûna me ye” hate dawîkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst