Viyan Dexîl: Amerîka, Fransa û Brîtanya soz dan me keç û jinên êzîdî rizgar bikin

26-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, diyar kir hemû xemên wê rizgarkirina wan jin û keçên kurd e ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û da zanîn, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê soz dane wan kesên ku di destê DAIŞê de ne rizgar bikin. Dexîl bang li Iraq û cîhanê kir, bûyerên Şingalê wek jenosîd qebûl bikin.

Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, duh beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û bersiva pirsên Hîwa Cemal da.

Viyan Dexîl, ku gotara wê ya li Parlamentoya Iraqê li ser Şingalê dengek mezin di cîhanê de veda heta bû sedema wê ku Obama bêje “emê alîkariya kurên êzîdî bikin” diyar kir ku dema ew gotar pêşkêş kir haya wê jê tinebû ku digirî û wiha got: “Min di televîzyonê de dît ku ez li wir giriyame.”

Dexîl, anî ziman ku wê bi gotara xwe êş û belengaziya kurdên êzîdî gihand cîhanê.

Wê parlamentera kurd ragihand ku hemû xemên wê rizgarkirina wan jin, keç û zarokan e yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û da zanîn, rayedarên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê soz dane ku wan rizgar bikin.

Viyan Dexîl destnîşan kir ku divê Iraq û welatên cîhanê bûyerên Şingalê wek jenosîd qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin.

Wê siyasetmedara kurd li ser şandina alîkariyê ji bo koçer û penaberên Şingalê jî rexne li Netewên Yekbûyî kir û got, NY di vî warî de pir giran hereket dike. Dexîl da zanîn ku Amerîka jî 185 milyon dolar bi rêya NY re daye penaberên Şingalê.

Parlamentera kurd a êzîdî li ser şikestina hêzên Pêşmerge di parastina Şingalê de jî wiha got: “Berpirsê PDKê li Şingalê xiyanetek mezin li Şingalê kir, xiyanet li PDKê jî kir. Ji ber ku dema Şingal şikest heybeta PDKê jî şikest lê nabe mirov vê yekê bixe stûyê hemû PDKê.”

Viyan Dexîl gazinde li Parlamentoya Kurdistanê jî kir û got, diviya parlamentoyê kesên ku li hember bûyerên Şingalê berpirs in, gazî bikir û lêpirsîn li wan bikira lê Parlamentoyê Kurdistanê ev yek nekir.

Li ser xwesertiya Şingalê jî Dexîl got, herêma Şingalê nikare bibe herêmek xweser ji ber ku dûr e lê wek beşek ji Kurdistanê divê ji aliyê hêzên navdewletî ve were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst