Elî Ewnî: PKK û YPGê li Şingalê reklam kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî diyar kir ku tenê hêzên PKK û YPGê nebûn ku xelkê Şingalê ji dorpêça DAIŞê rizgar kirin çimkî hêzên Pêşmerge jî tevlî wê operasyonên bûn lê PKKê rola xwe “bi reklaman” mezintir nîşan da. Ewnî li ser wergirtina rizamendiya dewletên cînar ji bo serxwebûna Kurdistanê jî got, me karî em bi tirkan bidin fêmkirin ku berjewendiyên wan di neyartiya me de nîne.

Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî, duh beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û bersiva pirsên Hîwa Cemal da.

Elî Ewnî li ser şer û şikestina hêzên Pêşmerge di parastina Şingalê de axivî û wiha got: “Dema DAIŞê li deverên Şingal, Zûmar, Mexmûr, bendava Mûsilê, Tilkêf û Başîkê êrişî hêzên Pêşmerge kir pêşmerge şikest lê paşê karî xwe kom bike û êrişî çekdarên DAIŞê bike.”

Li ser sedemên şikestin û paşvekişana hêzên Pêşmerge li wan deverên Başûrê Kurdistanê jî Ewnî got, helbet sedemên vê yekê pir in lê beşek ji sedemên vê şikestinê ji çawaniya rêveberiya leşkerî çavakanî digirin, beşek jê ji ber mûçeyên pêşmerge bû her wiha ew bêedaletiya nav hêzên pêşmerge jî yek ji sedemên şiketinê ye.

Li gorî wî rayedarê PDKê, tinebûna çek û bêmeşqiya hêzên pêşmerge jî bû sedem ku pêşmerge nekarîn li hember DAIŞê xwe bigirin.

Ewnî anî ziman ku heta niha jî çekên baş negihîştiye dest hêzên pêşmerge lê eger bergiriyek li Iraqê hatibe kirin ew bergirî ji aliyê pêşmerge ve hatiye kirin.

Derheqê rola hêzên PKK û YPGê di rizgarkirina xelkê Şingalê ji destê DAIŞê de jî Elî Ewnî diyar kir ku tenê hêzên PKK û YPGê di rizgarkirina xelkê Şingalê de beşdar nebûn çimkî hêzên Pêşmerge jî beşdarî wê operasyonên bûn û wiha axivî:

“Helbet em destxweşiyê li wan dikin lê tiştên ku dihatin gotin û reklama wan dihat kirin ne bi qasî wan tiştên ku hatibûn kirin, bûn.”

Li ser rizgarkirina devera Şingalê ji destê DAIŞê jî wî siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku Şingal birîneke kûr e di laşê gelê Kurdistanê de ji ber wê jî rizgarkirina wê dikeve stûyê gel, hikûmet û artêşa Kurdistanê û wiha axivî:

“Ev şer li ser milê gelê Kurdistanê ye. Almanya, Amerîka û Ewropa çi alîkarî bikin çi nekin divê gelê Kurdistanê vî şerî bide ser milê xwe û bi kêmtirîn zirar serketinê bidest bîne.”

Elî Ewnî behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê û hewlên hikûmetê ji bo ragihandina serxwebûnê jî got, serkirdatiya siyasî ya kurd li Başûrê Kurdistanê heta niha hewl daye gelekî fêr bike ku daxwaza mafê xwe bike û bizane ku ew jî mîna gelên din xwedan mafê dewletê ye.

Ewnî anî ziman ku divê Iraq jî mîna Brîtanyayê rê bide Herêma Kurdistanê referandomê bike ku dixwaze bi Iraqê re bijî yan jî lê cuda be.

Derbarê wergirtina rizamendiya welatên cîran ji bo serxwebûna Kurdistanê jî Ewnî got, me kariye em bi tirkan bidin fêmkirin ku berjewendiyên wan di neyartiya Kurdistanê de nîne.