Hewlêr (Rûdaw)- Di navbera kesên bo piştgiriya Kobanê çûbun derîye sînor Murşitpinarê û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê pevçûn derket
.
Kesên ji bo piştgiriya kurdên Kobanê ji bakur derbasî Rojavaya Kurdistanê bûbûn dema xwestin vegerîn ji aliyê cendermeyên Tirkiyeyê ve hatin rawestandin.
Cendermeyên Tirkiyeyê bi bombeyên gazê êrîş li xwe pêşandaran kirin û wan jî bi keviran bersiv dan.
Di encamê de sê kes hatin girtin.
Îro bi hezaran kes kilometreyek dûrî rojhilitê Kobaniye derbasî wî aliyê sînor bûbûn.
Hat dîtin cendermeyên Tirkiyeyê kesên ku ji Kobaniyê vedigiryan li zeviyek her du aliyên wê mayinkiriî bi bombeyên gazê êriş li dikir.
Kesên ku li gundê Etmanekê dûçarê êrîşan mayîn li zeviyek her du aliyê wê mayinkirî çalakiya rûniştinê kirin.
Cenderme dixwazin kesên ku derbas bûne li gundê Yumurtalikê vegerin û nasnameya wan bê kontrol kirin.
Nav kesên ku dixwestin vegerin parlamenteren Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hin nûnerên komeleyên sivîl jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse