El Partî: 2 endamên me ji ber êşkenceya hêzên PYDê lal bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) daxwaz ji saziyên mafên mirov ên kurdî û navdewletî dike, “êrişa hêzên PYDê li dijî endamên El Partiyê” bidin sekinandin.

Rêxistina Efrînê ya El Partiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku girtin û êşkencekirina endam û alîgirên wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve li rojavayê Kurdistanê didome.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êriş û êşkencekirina hêzên PYDê de 2 endamên  El Partiyê yên bi navê Siyamend Brahîm û Cêgir Hemo lal bûne.

Di beşek din a daxuyaniyê de El Partî ji saziyên mafên mirov ên kurdî û navdewletî xwestiye bi hewara endamên wê biçin û pêşiya êriş û serkutkirina PYDê li dijî endam û alîgirên wê partiyê bigirin.

Di dawiyê de El Partiyê kiryarên hêzên PYDê li dijî endamên xwe şermezar dike û vê yekê wek binpêkirina mafên mirov û qanûnên navdewletî binav dike.