Goran: Em dizanin her partiyekê çiqas deng aniye lê em li benda encamên fermî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê dezgeha hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran diyar kir ku rêjeya dengên PDKê di hilbijartinên îsal de li gorî hilbijartinên 2010 ên Iraqê zêde bûye. Goran her wiha eşkere kir ku ew dizanin her partiyekê çend deng anîne lê ewê li benda encamên fermî yên komîsyona hilbijartinan bimînin.

Berpirsê dezgeha hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran, îro (26.09.2013) li bajarokê Pîrmam (Mesîf) ê Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê saz kir û derheqê encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û dengên PDKê de agahî da.

Xesro Goran diyar kir ku beriya hilbijartinan, agahî û lêkolînên berfireh li ser rêjeya dengên her partiyekê bidest anîne ji ber wê jî kêm-zêde dizanin her partiyekê di hilbijartinên îsal de çiqas deng bidest anîne lê emê li benda encamên fermî bimînin.

Goran ragihand ku rêjeya dengên PDKê li gorî hilbijartinên sala 2010 ên Iraqê zêde bûye û wiha axivî: “Di nav namzedên me yên jin de hinek dengên pêwîst bo endamtiya parlamentoyê bidest xistine lê yên ku dengên wan têrê neke jî dê bi sîstema kontêjanê derbasî parlamentoyê bibe.”

Berpirsê dezgeha hilbijartinê yê PDKê her wiha derbarê bûyerên vê dawiyê yên bajarê Silêmaniyê de jî axivî û diyar kir ku PDK di bûyerên Silêmaniyê aliyê tu partî û kesekî negirtiye û wiha anî ziman: “Lê dîsa jî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi awayekî jîrane û bi alîkariya komîsyona hilbijartinan rewşê karî rewşê kontrol bike.”

Derheqê îdiayên ku PDKê li Dihok û Hewlêrê sextekarî kiriye de jî Xesro Goran wiha got: “Yên ku vê îdiayê dikin bila belgeyên xwe nîşanî me bidin ka me li kuderê sextekarî kiriye. Eger belge hebin emê dîsa dengên wan sindoqan bijmêrin.”

Goran behsa wê pîvanê jî kir ku li Iraqê eger di hilbijartinan de partiyek yan kesekî 85% û yan jî ji vê rêjeyê zêdetir deng bidest anîbe wê çavê divê dengên wê/wî dîsa were jimartin û wiha axivî: “Wê çaxê me xetayê wê/wî kesî çiye ku 90% ji dengên xelkê bidest aniye.”

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên roja 21ê Îlona 2013, PDK di rêza yekem, Gorran di rêza duyem û YNK jî sêyem e, partiyên îslamî jî di rêzên din de tên.

Komîsyona hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, encamên fermî yên hilbijartinên Kurdistanê dê hefteya bên eşkerekirin.