Îbrahîm Ehmed çi ji Mela Mistefa Barzanî re gotibû?

Min navê wî berê bihîstibû lê min ew ji nêz ve nedîtibû. Di paneleke êvarane de, hevalekî got ew filankes e ku tu lê digerî. Teqez wî fêm kiribû ku ew kesekî din e. Merivekî sport ê bitemen nîşanî min da. Ez tavilê ber bi wî ve çûm û min gotê, Birêz, tu Dr. Fûad Baban î? Bişirî û got, ha mêrikê Pencemorê, erê, ez Fûad Baban im lê ez ne ew kes im ku tu lê digerî, ez dizanim tu dixwazî pê re dabaşa dîrokê bikî, rast e navê me wek hev e lê ez bi kêrî wan bernameyan nayêm!

Celaliyekî kevn e!

Min tiştek negotibû, wî got kerem bike hejmara telefona wî binivîse û pê re bipeyive, ew gelek tiştan dizane, mijarên dîrokî li balê hene û ew yek ji Celaliyên kevn e! Tenê ev yek ji destê min hat ku ez spasiya wî bikim, min dixwest li Fûad Babanê resen bigerim!

Min telefona wî kir û xwe pê da nasîn. Keniya û got: Min zanîbû tu dê rojekê bi ser min ve bibî. Navnîşana cihê karê xwe da min. Diyar e ew malnişîn bûye lê li nexweşxaneyeke taybet kar dike. Fûad Baban ne tenê doktorekî jêhatî ye lê di heman demê de merivekî xwenda, peyvxweş, nivîskar û wergêrekî di ser xwe re ye jî. Çend pirtûkên ku ji zimanê Îngilîzî wergerandibûn zimanê Kurdî diyarî min kirin.

Fûad Baban ji Babanên Helebceyê ye ku bi xwe jî nizane çima malbata wî gihîştiye wî bajarî lê ew xwe mîna Helebceyiyekî resen dihesibîne. Bi rêya Yekîtiya Qutabiyên (xwendekarên) Kurdistanê, sala 1953yan tev li nav refên Partiya Demokrat a Kurd dibe. Axir heta sala1953yan navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû. Di heman salê de, di kongreya sêyem de, Kurdistan şûna Kurd di navê PDKyê de girt.

Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li berjewendiya Kurdan bû!

Dema Fûad Baban dabaşa bûyeran dike, tê bêjî qey duh bû! Ez jê dipirsim ka Kurdan ji şoreş an jî wek hinek dibêjin darbeya 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê çi qezenc kir? Demildest mifayên wê dihejmêre û dibêje: Çawa qezenc nekirin, Şêx Ehmedê Barzan ji girtîgehê hat berdan, rê li ber Mela Mistefa Barzanî vekir ku piştî 12 salan ji mişextiya li Yekîtiya Sovyetê vegere, gotin Kurd û Ereb li vî welatî şirîk in, heger ev ne qezenc bin, nexwe qezenc çi ye?

Bi rêya çepên di hundirê PDKyê de, Partiya Komunîst a Îraqê bi hêdî gorek ji PDKyê re dikola. Di rewşa herî baş de dixwestin wê bikin şaxeke maqûl û îtaetkar a partiya xwe lê di kongreya pêncem a PDKyê de ku Fûad Baban bi xwe endamê kongreyê bû, dibêje: Mela Mistefa bi rêya bilindkirina Mam Celal û Îbrahîm Ehmed û rakirina Hemza Ebdulla, PDKyê ji mirineke tekez rizgar kir. Fûad Baban dibêje ger ne ji Mela Mistefa bûya, bê guman tiştek bi navê PDKyê nedima û dê di nav Partiya Komunîst de bihata helandin.

Sala 1959an Îbrahîm Ehmed çi gote Barzanî?

Piraniya çavkaniyan dibêjin ku General Barzanî di sala 1959an de, pêşî beşdarî kongreya PDKyê nebû. Paşê kongreyê Mam Celal û Omer Debabe şand nik General Barzanî û jê xwestin ku vegere nav kongreyê. Axir Mela Mistefa dixwest wek serokê cemawerî yê Kurdan karên xwe rêk bixe û bi rêya xwe hewl bide mafên gelê Kurd misoger bike. Dr. Fûad Baban dibêje: Dema Mela Mistefa hate nav kongreyê destê xwe bilind kir ji bo ku vê peyamê bide kongreyê ku ew naxwaze karê partîzaniyê bike lê mamoste Îbrahîm Ehmed destê Mela Mistefa Barzanî girt, gotina wî kin birî û bi dengekî bilind ku hemû endamên kongreyê bibihîzin, Ji Mela Mistefa re got: Qurban, tu bixwazî nexwazî serok û rêberê me her tu yî! Êdî endamên kongreyê li çepikan dixin, Mela Mistefa jî qebûl dike!

Fûad Baban di wê baweriyê de ye ku nakokiyên di nava PDKyê de piştî kongreya pêncem derketin holê, ji ber ku welatên derdorê xasma Îranê dixwest ji bo berjewendiya xwe destwerdanê di siyaseta Îraqê de bike. Loma zûtirkê bi rêya Savakê têkilî bi hin endamên Ofîsa Siyasî ya PDKê re danî, ji bo ku bingeha şerekî çekdarî bê danîn, li aliyê din jî şaşiyên Partiya Komunîst a Îraqê, pêngavên Ebdilkerîm Qasim ber bi hizra neteweperestiya Erebî ve, rê li ber marjînalkirina Ebdilkerîm Qasim xweş kir û tewra serê wî jî tê de çû, êdî ji hingê ve û heta niha, aramî li Îraqê peyda nebûye.

Çi di konferansa Kelarê ya sala 1967an de qewimî?

Di konferansa baskê Celaliyan de li Kelara kevn ku sala 1967an hat girêdan û Fûad Baban beşdarî wê bû û şahidê bûyeran e, behsa wê yekê dike ku Hilmî Elî Şerîf ji endamên kongreyê re pêşniyar kir û got: Çêtir e ku em dev ji çekan berdin û berî bidin karê siyasî û çandî, bila em êdî nebin beşek ji şerê navxweyî yê Kurdan! Lê Mam Celal li dijî vê pêşniyarê derdikeve û çavê endamên konferansê jî li ser devê Mam Celal dimîne û hemû piştevaniya Mam Celal dikin.

Di heman konferansê de birayekî Hilmî Elî Şerîf bi "fîşekên rêşaşkirî" tê kuştin. Ev yek dilê Hilmî Elî Şerîf kul dike, lewra di destpêka salên 70yî de dev ji karê partîzanî berdide çimkî wek Fûad Baban dibêje heta mirina Hilmî Elî Şerîf di sala 1998an de hevalekî wî yê nêzîk bû û gumana wî ji kuştina birayê wî hebû.

Têkildarî heman dîrokê, nivîskar û lêkolînvanê Kurd Fûad Mecîd Misrî di bîranînên xwe yên bi navê Dîrokeke Din de, dabaşa konferansa Mawetê ku Ofîsa Siyasî ya PDKê bêyî amadebûna General Barzanî saz kir, dike û dibêje: "Vêga gava meriv li wê qonaxê vedigere, tê digihîje ku Ofîsa Siyasî rewş baş nexwendibû. Girêdana konferansa Mawetê bi wê lez û bezê û cemidandina Barzanî biryareke serpilkî û xeletiyeke dîrokî ya mezin bû. Divabû endamên Ofîsa Siyasî xwe tûşî xeyalan nekira û neketina wê baweriyê ku dê bi vê pêngavê Barzanî li derveyî bûyeran bihêlin û wî îzole bikin. Loma di encamê de ev biryar bû çirûska ku agir bera hişk û ter da.

"Xeletiyeke dîrokî ya kujer bû"

Tişta ku qewimî xeletiyeke dîrokî ya kujer bû. Ne ew û ne jî kesekî din nikare wê çewtiyê rast bike û hezar poşmanî jî lehiya xwîna bi neheqî rijandî ya bi sedan xortên Kurd ku heta vêga jî guveguv jê tê, qerebû nake. Hemû bobelatên ku ji wê rojê ve û heta niha li Kurdistanê qewimîne, berhema wê konferansê ne. Hemû nêrînên wan li ser tenê mayîna Barzanî şaş derketin.

Ger em bi awayekî objektîf jî li rewşê binêrin, divê em ji xwe bipirsin gelo kîjan lojîk qebûl dike ku di gupîtka şerê Kurdan bi dewleta Îraqê re, tu rabî qelşeke mezin têxî tevgerê? Divabû bizaniyana ku girewa li ser dûrxistina Barzanî xewnek e û ji wan re naçe serî! Tevî van hemûyan jî, dema ku dubendî û parçebûn çêbû, derket holê ku li ser erdê zêdeyî 500 kesî li dora wan nemaye, ji sedî 95ê Pêşmergeyên Kurdistanê girêdayî hêzên Barzanî bûn, ev belgeya çi ye?"

"Bi xwarina kebabê re girtî îşkence dikirin!"

Fûad Baban behsa hovîtiya Nazim Gizar dike. Behs dike ka Gizar çi tanî serê girtiyên xwe ku Fûad Baban yek ji wan bû. Ancex cinawirekî mîna wî (Gizar) bikare hovîtiyeke wer pêk bîne, di demekê de ku kebaban dixwe û girtiyan dizêrîne, ji 4 endamên girtî yên PDKê re dibêje: Min bêtirî 900 komunîstan kuştiye, ez ê we jî li wan zêde bikim! Bi rastî jî wiha kir. Ebdilrehman Nifûs ku yek ji serkirdeyên PDKê li Bexdayê bû parçe parçe dike ji ber ku ne amade bû navê endamekî tenê yê PDKê eşkere bike!

Wekî ku ew bi xwe dibêje, Fûad Baban ji sala 1968an û vir ve dev ji karê rêxistinî yê hizbî berdaye, lê berdewam li gel hevalên xwe yên kevn ji baskê Celaliyan di nav têkiliyan de bû. Baban dibilîne: Dema Newşîrwan Mistefa Tevgera Goranê damezrand, ez çûm balê û min gotê tu bi vî karê xwe ziyanê digihînî Kurdan, çêtir e tu bi Mam Celal re li hev bikî. Lê Newşîrwan Mistefa bi gotineke qutebir bersiva wî dide û dibêje: Ez naxwazim her û her hesinê sar bikutim!

Di programa Pencemorê de li gel Fûad Baban, ji bilî vegotin û şahidiyan, min xweşî ji awayê axaftina wî jî wergirt. Ji xeynî karê bijîjkî ku beşek ji jiyana wî ye, me qala gelek tiştan kir. Loma xwezî we jî şeva çarşema borî li Pencemorê temaşe kiribe û aliyekî din ê bûyerên salên 60î û 70yan û paşê dîtibe û bihîstibe. Li dawiyê jî divê em hemû vê pirsê ji xwe bikin: Çima em sûdê ji çewtiyên xwe yên berê nabînin û wan dubare dikin?

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)