Operasyona TOLê: 2 DAIŞî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSDyê li Şedadê 2 DAIŞî girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser operasyona TOLê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSDyê operasyoneke ewlehiyê kiriye.

Daxuyaniyê amaje pê kir ku operasyon li bajarokê Sifiyanê yê bajarê Şedadê yê li başûrrojhilatê Hesekê hatiye kirin.

HSDyê diyar kir ku di operasyonê de DAIŞiyên bi navên Îsa Mihemed Heshas (Ebû Hemze) û Ebdulah Mihemed Heshas (Ebû Omer) hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneyeke DAIŞê ji holê hatiye rakirin ku tevî gelek karên terorîstî bûye.

Her wiha hêzên TOLê dest daniye ser çek û amûrên şer ên bi wan DAIŞiyan re jî.