Li Mereşê traktor wergeriya: Kesek mir

26-08-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Andirînê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê, traktorek wergeriya û di qezayê de  şofêr canê xwe ji dest da.

Li gundê Kabaagaçê yê Andirînê traktora Mehmet Doganê 60 salî diajot, dema li ser zeviyê kar dikir wergeriya.

Di qezayê de Mehmet Dogan dibin traktora xwe de ma û li cihê qezayê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê termê Mehmet Dogan bir morga Saziya Tiba Edlî ya Mereşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst