Narîn hîn jî winda ye: Rondikên çavên dayîkê ziwa bûne

26-08-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Narîn Gurana 8 salî li gundê Çûliyê yê Amedê jii 21ê Tebaxê wenda ye
Narîn Gurana 8 salî li gundê Çûliyê yê Amedê jii 21ê Tebaxê wenda ye
Nîşan Narîn Guran Amed Wenda
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji 21ê Tebaxê ve li gundê Çûliyê yê Amedê keçeke 8 salî winda ye.

Ji ber ku keçika 8 salî Narîn Guran wenda ye ji wê rojevê ve li gundê Çûliyê yê Amedê aramî nemaye.

Herî dawî dema ji qursa Quranê derketiye hatiye dîtin.

Li Amedê hemû kes ji bo dîtina Narîna biçûk seferber bûye lê heta niha tu encamek bi dest neketiye.

Dayîka Narînê ev 6 roj in ku ewqas li pey keça xwe digrî, rondikên çavên wê ziwa bûne.

Ew dixwazin di demeke kurt de keça wan bê dîtin.

“Ez ne nefes digrim û ne însanan fêm dikim”

Dayîka Narîn Guranê Yuksel Guranê ji Rûdawê re got:

“Tu dibêjî qey dinya li min wiha qapat bûye. Ez ne nefes digrim û ne însanan fêm dikim.

Evqas zindan bûye, ez ketime. Ji bo xatirê qîza xwe, hêsîrtiya qîza xwe…

Îro ez nizanim qîza min li kû ye. Ez nizanim di destê xiraban de ye, ez nizanim di destê qencan de ye.

Qîza min sax e, mirî ye? Ji min re dinya zindan e û ez tê de me.”

 Xaltiya Narîn Guranê Yasemîn Gulê jî got:

“Bila derkeve bê. Em nizanin di çi halî de ye. Ka psîkolojiya diya wê, bavê wê, birayê wê binêrin.

Hema eva ez xaltiya wê me ev şeş roj in min zarokên xwe hiştine û ez hatime, em di çi halî de ne.”

Ji 22yê Tebaxê ve Amed bi hemû sazî û dezgehên xwe, bi parêzgarî û şaredariyên xwe sefer bûne.

Tîmên rizgarkirinê li her derê li şopa Narînê digerin.

Ti herêm, ti zeviya çandî û neçandî, qenalên avê neman ku tîmên rizgarkirinê lê negeriyabin.

Hemû kes bûye yek dil û li Narîna biçûk digerin

Li gel ku demeke dirêj di ser wendabûna Narînê re derbas bûye jî hemû kes bûye yek dil û li Narîna biçûk digerin.

Huseyîn Tek jî yek ji wan kesan e.

Ew gavanê gamêşan e lê dema diçe ber gamêşan, bi kûçikê xwe sanya re li keçika 8 salî Narînê jî digere.

Ew vê yekê bi dildarî, bi berpirsyariyek wijdanî dike.

Gavanê gamêşan Huseyîn Tek jî got:

“Ez jî gelekî geriyam. Min li nava avê nihêrt, di nava daran de.

Lê li tiştekî rast nehatim. Înşela xwedê çêke.”

Ji bo dîtina Narînê, leşkeran di yek carê de li gundê Çûliyê avêt ser hemû malan û yek bi yek li mal lêgerîn kir.

Lê ji vê lêgerînê jî ti encamek derneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst