Sivîlên ku di şer de zerer dîtiye li dijî Tirkiyeyê doz vekir

26-08-2024
RÛDAW
Wêneyên teqîna li seyrangeha Perexê/Wêne: Rûdaw
Wêneyên teqîna li seyrangeha Perexê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Perex Hişyar Ozalp Tirkiye Qerebş Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek kesên ku li seyrangeha Perexê ya nahiyeya Derkariyê ya Zaxoyê di bomberbarana Tirkiyeyê de ziyan dîtine li dijî Tirkiyeyê doz vekir.

Parêzerê dosyeyê Hişyar Ozal got, "Li gorî qanûnê, kesê ku qerebû dixwaze ne hewce ye ku tenê hevwelatiyê Tirkiyeyê be."

20ê Tîrmeha 2022yan artêşa Tirkiyeyê seyrangeha Perexê ya nahiyeya Derkariyê ya Zaxoyê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de ji xeynî zereran, 9 geştyarên Ereb ên Îraqê canê xwe ji dest dabû û 26 geştyar jî birîndar bûbûn.

Parêzerê dosyeyê Hişyar Ozal beşdarî bultan Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Hawar Celaledînê da.

15 kesan doz vekiriye

Hişyar Ozalp da zanîn ku heta niha 15 kesan li dijî Tirkiyeyê doz vekiriye ku 4 ji wan xwediyên xwaringeh, market û cihên seyrangehê ne û 11 kes jî ji gundekî navçeya Darkariyê ne.

Herwiha Ozalp li ser dosye û qerebûkirina xelkê wiha got:

"Li Bakurê Kurdistanê heta 2004an zêdetirî 4 hezar gundan hatibûn valakirin.

Li Bakurê Kurdistanê ew kesên ku li dadgehên îdarî normal doz vedikirin, paşê jî diçûn Dadgeha Mafên Miovan a Ewropayê (DMME) û li wê derê heqê xwe distandin.

Piştî demekê DMMEyê ji Tirkiyeyê re got ku `gelek dosye û xelkê zerermend têne cem me, divê hûn bi xwe beriya ku here dadgehan bi şiklekî hele bikin.`

Li ser vê 2004an qanûnek derket. Ji bo tespêtkirina zererê ya rûbirûbûna terorê qanûnek derxistin.

Li gorî wê jî her parêzgeheke Bakurê Kurdistanê girêdayî parêzgariyan lijne hatin avakirin, ofîsên taybet ji bo wan hatin avakirin.

"Ne hewce ye welatiyê Tirkiyeyê bin”

Xelkê serê lê da li wê derê çiqas hat tespîtkirin li gorî wê qerebûya wan bi wî şiklî hat dayîn.

Ya yekem, li gorî vî qanûnê, ne hewce ye ku ew kesên serî lê bidin hevwelatiyên Tirkiyeyê bin.

Ya duyem, pêwîst nake ew kes, ew zerer an jî ew bûyer di nav sînorên Tirkiyeyê de bin.

Tenê şertek heye, li ser rûbirûbûna terorê ev zerer derketibin holê. Ango ya PKK ev zerer çêkiribe, ji ber liv û tevgera Tirk ev zerer derketibe yan jî xelkê ji ber şer gundên xwe valakiribin.

Ev ji Başûrê Kurdistanê dozên nû ne, dibe ku Tirkiye bi şiklekî red bike.

Piştî wê rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye.

Gava ku me doz bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ew dadgeh dê ji sedî sed li gorî berjewendiya zerermendan biryar bide."

Di 33 salan de 344 sivîl hatine kuştin

Li gorî raporên Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), ji 1991ê heta niha li Herêma Kurdistanê 344 sivîlan di bomberanên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst