Dema Enfalê bûka 3 mehî bû: 36 sal in li benda hevjînê xwe ye

26-08-2024
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Ketan Tahir/Wêne: Rûdaw
Ketan Tahir/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ketan Tahir Enfal Enfala Badînanê
A+ A-

Dihok (Rûdaw) - Ketan Tahir di dema pêvajoya Enfalê de bûka 3 mehî bû. Hevjînê wê û 14 endamên malbata wê ketin ber pêla Enfalê.

Ketan Tahira ku ji Enfalê rizgar bûye, 36 sal in li benda vegera hevjînê xwe ye.

Ketan Tahirê got, "Ez bûka 3 mehî bûm. Heta vê gavê min bêhêvî dikin lê ez ti carî bê hêvî nabim.

Ev 36 sal in heta vê gavê çavên min li rê ne. Ez dibêjim Xwedê mezin e belkî carekê ji erdekî derkevin, hemû ji Xwedê tên.”

Keleha Nizarkê: Cihê ji hev veqetandina bûk û zavayan

Keleha Nizarkê ya li nav bajarê Dihokê cihê ji hev veqetandina Ketanê û hevjînê wê bû.

Di nav kelehê de otomobîlên leşkerî hene ku wê demê ew pê hatibûn veguhastin.

Ji ber vê yekê her dîwarekî kelehê ji bo wê bîranîneke bi êş a kezeb peritandî ye.

Di vê kelehê de çend zavayên din dest jî ji bûkên ser bi xêlî hatine veqetandin.

Her du evîndarên nû zewicandî di holeke kelehê de di bin azar û şekenceyan de cara dawî hev dît.

Gotinên dawî yên evîndarê wê hîn jî di guhên Ketanê de ne.

Hemû jiyana wê bi wêneyekî hevjînê xwe re derbas kir

Piştî ku ji hev hatin veqetandin malbata Ketanê gelek caran hewl da ku ew dest bi jiyaneke nû bike.

Lê hemû jiyana wê bi wêneyekî evîndarê wê çaverêbûna vegera wî de derbas bû û hedara wê bi bîranînên wî tê.

“Tê ber çavên min ku çawa şkence li zilamên me dikir”

Ketanê got ku her tiştê wê demê wekî niha li ber çavên wê ne û wiha pê de çû:

“Em anîn vir, hemû birayên me, pismam û xelkê gundê me, xelkê gundên din jî hemû wekî birayên me bûn.

Tê ber çavên min ku li vê derê çawa şkence li zilamên me dikir. Ji bo ku em li zilamên xwe nenihêrin tişt didan me.”

“Destê xwe ji min re hejand û got bi xatirê te”

Ketan dîtina dawî ya evîndarê xwe wiha tîne ziman, “Cara dawîn ji min re got `bi xatirê te` û destê xwe ji min re hejand û li min slav kir û hema ji vê holê ew derxistin û careke din min nedît.”

Ketan û evîndarê xwe li Zêwe Şêx Pîramûsê di bin top û balafiran de şahiya daweta xwe kiribû.

Enfala Badînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û ew dorpêç kirin.

Piştre ew birin Keleha Nizarkê ya Dihokê û li wê derê Ketan û hevjînê xwe ji hev hatin veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst