Hewaya Hewlêrê pîs e: ‘Em dê bi Herêma Kurdistanê re bixebitin’

26-08-2024
RÛDAW
Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun/Wêne: Bilind T. Abdullah, Rûdaw
Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun/Wêne: Bilind T. Abdullah, Rûdaw
Nîşan Hewaya Pîs Herêma Kurdistanê Çîn Liu Jun Konsulê Çînê yê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê amadebûna xwe ji bo xebitîna bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ya ji bo kêmkirina pîsbûna hewayê ragihand.

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvîdar in ji bo dîtina çareseriyekê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bixebitin.

Li Herêma Kurdistanê hişyarî li ser metirsiyên hewaya pîs hatiye dayîn ku yek ji wan jî penceşêr e.

Liu Jun behsa hûrgiliyên plana xebata bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nekir lê amaje bi çareseriyên serekî kir.

Konsulê Çînê diyar kir, niha welatê wî dixebite ku zêdetir otomobîl û duçerxeyên bi elektrîkê bişîne Herêma Kurdistanê.

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun her wiha destnîşan kir ku welatê wî di vê ezmûnê re derbas bûye û ji ber vê yekê dizane ku hewaya pîs çi qasî pirsgirêkên mezin ji mirovan re çêdike.

Liu Jun ragihand ku niha çend kompanyayên Çînê di warê hilberîna elektrîka ji rojê de li Herêma Kurdistanê dixebitin.

"Xelk her roj daxwaza vîzeyê dike"

Liu Jun her wiha da zanîn ku konsulxaneya wan dayîna vîzeyê jî zêdetir kiriye û anî ziman:

“Xelk rojane tê konsulxaneya me û daxwaza vîzeya Çînê dike.”

Konsulê Çînê destnîşan kir ku wan ji destpêka salê ve xizmetguzariya vîzeya geştyariyê bi pêş xistiye û hejmara geştyaran ji Îraq û Herêma Kurdistanê ya ber bi Çînê ve zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst