Li Amedê şer: 3 gerîlayan canê xwe ji dest da, YPSyiyek hat desteserkirin

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed PKK Şer Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di “operasyoneke” li Amedê de 3 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye û endamekî YPSyê jî hatiye desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyeke ku li ser tora civakî belav kir de diyar kir ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî PKKyê “operasyonek” hat lidarxistin.

Yerlîkaya diyar kir ku “operasyon” bi piştgiriya Polîsên Tevgera Taybet, Tevgera Taybet a Cendirmeyan û EGM-UAV û J-SÎHAyê hat kirin.

Yerlîkaya destnîşankir ku 3 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da û endamekî rêxistina sivîl (YPS) jî hat desteserkirin.

Yerlîkaya her wiha diyar kir ku 4 gumanbar jî bi îdiaya “alîkariya rêxistina terorê” hatine desteserkirin.

5 koçer jî desteserkirî ne

Medyayên nêzîkî PKKyê jî ragihand ku li gundê Bameydanê ya navçeya Farqînê ya Amedê şer derketiye û di encamê de 3 kesên ku tê diyarkirin PKKyî ne canê xwe ji dest daye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî şer tax ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û ji malbateke koçer 5 kes hatine desteserkirin.

Hat destnîşankirin ku kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Cendirmeyan a Farqînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst