Ava bendavên Dukan û Dihokê roj bi roj kêm dibe: Ji nîvî kêmtir maye

26-08-2023
Nîşan Bendava Dukanê Bendava Dihokê Bendava Derbendîxanê Hişkesalî Av Kêmbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ava bendavên li Başûrê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê kêm dibe.

Tenê ji sedî 35ê ava Bendava Dukanê û ji sedî 40ê ava Bendava Dihokê maye.

Ava Bendava Derbendîxanê jî ber bi kêmbûnê ve diçe û tenê ji sedî 60ê ava vê bendavê maye.

Bendava Dukanê

Bendava Dukanê bendava herî mezin a Herêma Kurdistanê ye û kapasîteya wê ya avê 7 milyar metresêca e.

Rêvebirê Bendava Dukanê Koçber Cemal ji Rûdawê re ragihand ku tenê ji sedî 35ê ava Bendava Dukanê maye.

Dema ku Bendava Dukanê hat avakirin 5 motoran kareba çêdikir lê niha tenê 2 motor dixebitin.

Koçber Cemal da zanîn ku ew 2 motor, rojane 90 megawat karebayê çêdikin.

Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê bendava herî mezin a duyem a Herêma Kurdistanê ye û kapasîteya wê ya avê 3 milyar metresêca ye.

Rêvebirê Bendava Derbendîxanê Saman Îsmaîl da zanîn ku tenê ji sedî 60ê ava vê bendavê maye.

Dema ku Bendava Derbendîxanê hat çêkirin kapasîteya wê ya karebayê 249 megawat bû lê ev kapasîte niha daketiye nêzîkî 70 megawatî.

Bendava Dihokê

Bendava Dihokê bendava herî mezin a sêyem a Herêma Kurdistanê ye û kapasîteya wê ya avê 52 milyon sêca ye.

Li gorî lêkolînên Rûdawê, niha tenê ji sedî 40ê ava Bendava Dihokê maye.

Li aliyê din çavkaniya sereka ya vê bendavê baran e.

Rêvebirê Bendava Dihokê Ferhad Mihemed destnîşan kir ku îsal ava bendavê li gorî par, metreyekê zêdetir e.

Li aliyên din, bendava Dukanê sala 1959an ji aliyê kompanyayeke Brîtanyayê ve hatiye çêkirin.

Bendava Derbendîxanê sala 1961ê ji aliyê kompanyeyeke Amerîkayî ve hatiye avakirin.

Herwiha Bendava Dihokê jî sala 1988an hatiye çêkirin.

Xeyn ji van her sê bendavên mezin, li Herêma Kurdistanê hinek bendavên biçûk hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst