Tûreşkên Qersê îsal bi xêr û bêr in

Hewlêr (Rûdaw) – Tûreşkên navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê îsal bi ber û bereketa xwe dilê xelkê xweş dikin.

Navçeya Sarîqamîşê ya Qersa Bakurê Kurdistanê yek deverên herî bilind ên welêt e.

Şêniyên herêmê îsal têra dilê xwe tûreşkan didin hev.

Mehên gulan û hezîranê li navçeyê baraneke xweş dibare.

Tûreşk ji hêla vîtamîna Cyê ve dewlemend in

 Ji ber vê bereketa baranê jî tûreşkên herêmên ku bilindahiya wan digihe 2 hezar û 500 metreyî gelekî digihin.

Tûreşk, ji hêla vîtamîna Cyê ve dewlemend in hewcehiya wan bi danîna mirovan tune.

Li her cihê guncav bixwe zîl didin û ber digirin.

Ji tûreşkan herî zêde rîçal tê çêkirin.

Qersî bi armanca ku zivistanê ji vê tehma xweş bêpar nebin li nav dirî û daristanan tûreşkan didin hev.

Gulumser Demîrciyê got ku îsal tûreşk pir bibereket in û şêniyên herêmê jî têra dilê xwe didin hev.

“Rîçala wan gelekî xweş û bitehm e”

Gulumser Demîrciyê axaftina xwe wiha domand:

"Tûreşk bi xwe digihin û rîçala wan gelekî xweş û bitehm e. Îsal baran xweş barî û tûreşk bi ber û bereket bûn. Em ê rîçala wan çêkin."

Îsmaîl Kayhanogluyê ku tûreşk didan hev jî got ku li daristanê li her derê tûreşk hene.

Kayhanoglu anî zimên ku dê ew jî ji tûreşkan rîçalê çêkin û zivistanê bixwin.