Li Erdexanê ‘reqsa mirinê’ bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê “reqsa mirinê” ya mêşên gulanê qediya.

Mêşên ku gel ji wan re dibêje "mêşên gulanê" û yan jî "mêşên ku emrê wan rojek e" firîna (reqs) xwe ya mirinê temam kir.

Reqsa mirinê ya mêşên gulanê hefteyekê ajot. 

Mêşên gulanê îsal bi piranî li herêma Çemê Kurayê kom bûn.

Ev mêş li derdora Keleha Erdexanê û Stadyuma Bajêr jî hatin dîtin.

Bi rojan e çawa ku tarî dikeve erdê û lembayên kuçe û kolanan pê dikevin mêşên gulanê tên û li dora roniyê reqs û semayê dikin.

Welatî jî dema vê yekê dibînin dixwazin dîmenên vê fir û gerê qeyd bikin.

Mêşên ku li dora lembayê biqasî nîv saetê difirin di dawiyê da hişk dibin.