Li Mereşê dîsa erdhej çêbû!

26-08-2023
Nîşan Mereş Erdhej Nûrheq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrheqê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhej çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Mereşê dîsa erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Nurheqê saet 11:58an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,1 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 6,99 kîlometre bûye.

Li aliyên din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst