Hewlêr (Rûdaw) – Li Agiriya Bakurê Kurdistanê jineke 55 salî zivistanê goreyan dihûne û havînê jî wan difiroşe çiyageran.
Çiyagerên ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê hildikişine Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye.
Çiyayê Agirî 5 hezar û 137 metreyan ji asta deryayê bilind e û çiyager dixwazin xwe bigihînin lûtkeyê.
Di nîvê rê de li ser rêya wan surprîzek heye
Xeyal Turana 55 salî li vê bilindahiyê paçek li erdê raxistiye û karên destan ên ku zivistanê çêkirine li ser danîne û difiroşe geştyar û çiyageran.
Ev kar ji wê re bûye çavkaniyeke dahatê.
Welatiya bi navê Xeyal Turan got:
“Ez rîs dikirim û bi şûjinan çêdikim, dixemilînim.
Ez bi 25 lîreyan rîs dikirim û bi 45-50 lîreyî jî difiroşim.”
Xeyal Turan bi demjimêran li vir disekine daku bikare tiştên ku zivistanê pê re mijûl bûye bifiroşe çiyageran.
Her bihar ew tên van zozana koçeriyê. Ew hem bêrîvaniyê û hem jî vî karî dike.
Kêfa çiyageran jî ji tiştên wê re hatiye û bazara xwe pê re geş kiriye.
Xeyal Turanê li ser karê xwe anî ziman, “Min berê li gund difirot, ez îsal hatime vê derê.”
Xeyalê berê ev kar li gund û navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê dikir lê wê îsal ji bo karê xwe ev dever hilbijartiye.
Goreyên wê ji ber bi ta û rîsê hatine çêkirin lingê çiyagerên ku hildikişine Çiyayê Agiriyê germ dihêle.
Çiyayê Agiriyê çar demsalan mazûvaniya geştyar û çiyagerên navxwe û biyanî dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse