Bira û biraziyên Serokê Rêxistina AK Partiyê êrişî rêveberekî şaredariyê kir

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hezro Êriş AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezroyê ya parêzgeha Amedê bira û biraziyên Serokê Rêxistina AK Partiyê li Rêveberê Nivîsîngeha Şaredariya Hezroyê da.

Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyeyê de 2 bira û 2 biraziyên Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Hezroyê Cemal Mehmetoglu êrişî Rêveberê Nivîsîngeha Şaredariya Hezroyê Nevzat Narçiçek kiriye û lê daye.

Hat diyarkirin ku Serokê Rêxistina AK Partiyê ji şaredariyê kepçe xwestiye lê Rêveberê Nivîsîngeha Şaredariyê ev daxwaza wî pêk neaniye.

Êriş li pêşiya Şaredariya Hezroyê çêbû

Birayên Cemal Mehmetoglu, Salih û Omer Faruk Mehmetoglu û biraziyên wî Îbrahîm û Onder Mehmetoglu di hundirê otomobîlê de li Nevzat Narçiçek da.

Polîsan û xelkê derdorê ew bi zorê ji nav destê wan derxist.

Piştî êrişê Nevzat Narçîçek veguhest nexweşxaneya bajêr û ji wir jî veguhest Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Narçîçekê ku rûyê wî di nav xwînê de ma û ji gelek cihên xwe birîndar bû, piştî wergirgirtina rapora bijîşkî giliyê her çar kesan kir.

Her çar kesên êrişkar hatin desteserkirin û bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst