Ji bo xwendekarên Rojavayê Kurdistanê semînerek hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, semînerek ji bo xwendekarên serkeftî li dar xist.

Semîner li Kampa Dareşekranê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ya li Hewlêrê hat lidarxistin.

Di semînerê de, xwendekarên lîseyê yên ku îsal bi ser ketine û dixwazin li zanîngehên Herêma Kurdistanê bixwînin, beşdar bûn.

Grûpa Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, di semînerê de, rênima û pêngavên pêwîst ên ji bo tomarkirina li zanîngehên Herêma Kurdistanê zelal kirin.

Endamê grûpa navborî Ferhad Hebeş derbarê armanca semînerê de ji Rûdawê re axivî:

“Armanca me ji semînarê ew bû ku ji xwendekarên ku dixwazin li zanîngehên Herêma Kurdistanê bixwînin hêsankariyan bikin.”