Ava Gola Wanê her ku diçe zêdetir vedikişe: ‘Av winda bû û çû’

26-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûberê Gola Wanê ya li Bakurê Kurdistanê ji ber guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê her ku diçe tengtir dibe.

Gola Wanê ya ku gola herî mezin a Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye, van rojan ji ber bandorên guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê dinale.

Li peravên golê yên li navçeya Erdîşê ya Wanê av 2 heta 3 kîlometreyan vekişiyaye.

Îsal ji hemû salan zêdetir zengê metirsiyê ji bo vê Gola Wanê lê dide.

“Gola Wanê ji 102 çem û kaniyan çavkaniya xwe werdigire”

Çalakvanê xwezayê Ali Kalcık li ser rewşa Gola Wanê got:

“Li seranserê Gola Wanê av derdora 2 kîlometre û nîv 3 kîlometreyan vekişiyaye. Em behsa derdora 120 milyon metre sêcayan dikin. Ev zêdebûneke cidî ye.

Mixabin kesên yasayan çêdikin û biryarder in di vê mijarê de xemsar in. Tişta biêş ev e. 102 çem û kanî hene ku Gola Wanê çavkaniya xwe jê werdigire lê beşeke zêde ya wan zuha bûne.”

Ji ber kêmbûna ava golê masiyên kefal ber bi cihên têrav ve koç dikin.

Bi vê jî qaqlîbaz ku xwarina wan a sereke ew masî ne birçî dimînîn.

Rojane hejmarek qaqlîbaz ji ber vê rewşê mirar dibin û termê wan dikeve peravan.

Hişkesaliya îsal di her warî de bandoreke neyînî li parêzgeha Wanê kiriye.

Îbrahîm Koç salên dûrûdirêj ên temenê xwe yê 65 salan ajelên xwe li vê derê diçerandin û av didan lê niha ew av nemaye.

Îbrahîm Koç neçar e ku rojane pezê xwe li malê av bide.

Ajeldarê bi navê Îbrahîm Koç li ser vekişîna avê anî ziman:

“Ew dibezin daku xwe bigihînin malê. Eger av hebûya min ew nedibirin malê û min dê heta êvarî li vê derê biçêrandina lê av nîne.”

“Av winda bû û çû”

Cotkarên Wanê jî ji hişkesalî û kêmaviyê bêzar in. Ava bîrên wan nemaye. Berhema wan hişk dibe.

Cotkarê bi navê Kinyas Gezer jî got:

“Du sal in av winda bûye. Zuha bû û çû. Av nema. Ji bo avdana dar û fêkiyan ava çem hebû ew jî winda bû û çû.”

Mînaka herî diyar a ji bo nîşandana bandorên hişkesaliya li Wanê gola wê bixwe ye. Rûbera golê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye.

Li gor pîvanên pisporên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, di salên dawî de rûbera golê ji ber hişkesalî û hilma zêde ji sedî 1,5 teng bûye û vê yekê wek metirsiyekê bi nav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst