Li Rihayê 9 otomobîl li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 9 otomobîl li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Eyûbiyeyê ya navenda bajarê Rihayê doh 9 otomobîlan li hev xist.

Di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Rê ji ber bûyera trafîkê demekê ji bo çûn û hatinê hat girtin.

Piştre tîmên parastina sivîlan hatin cihê bûyerê û ew otomobîl ji ser rê rakirin.

Li gorî amarên fermî yên ku hezîranê hatine belavkirin, di 6 mehên destpêka sala 2023yan de li û Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn.

Di wan bûyeran de jî 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst