Êrîşên Tirkiyê ziyaneke mezin gihandine geştiyariya Herêma Kurdistanê

Zaxo (Rûdaw) - Havîngeheke li gundê Perexê ku xwediyê wê bi 70 hezar dolaran ava kiribû, topbarana Tirkyê nêzîkî 20 milyon dînar (14 hezar dolar) ziyan pêgehandin û vala bûye, herwiha 30 kesên ku li vê havîngehê kar dikirin bê kar mane.

Xwediyê havîngeha Perexê Mesûd Elî dibêje “ev 10 sal e ev der avedan e û ev chê geştyarî ye me çê kir. Ziyaneke gelek mezin gihîştiye me ku nayê hejmartin. Ji bilî wê debara çendîn kes û malbatan li serê bû.”

Ji piştî rûdana Perexê ve ji bilî xelkê gund, qedexeya çûn û hatinê ji bo her çar havîngehên Perex, deştetex, Şeraniş û Bihêrê ketiye warê cîbicîkrinê. Bi vê sedemê rêjeya çûna geştiyaran û serdankeran sifir bûye.

Metîn Teter got “Eve maweyê mehekê ye ev cih hatiye girtin, min li vê derê kar dikir. Em betal mane û em daxwazê ji hikûmetê dikin rêyekê biden geştiyaran ku bêne vê derê.”

Hisên Mûsa anî ziman “Em hemû bêkar mane, ev cih gelek geştiyaran serdana vî cihî dikirin. Heftê nêzîkî 200 heta 300 otobusên geştiyaran dihatin ji deverên Iraqê. Niha em hemû bêkar mane.”

Li gor Rêveberya nahiya Derkarê rêjeya ziyanên topbaranê bêtirî 300 kes ji xwediyên seyrangehan û kirêkar, froşyar û şofêr bê kar mane.

Rêveberê Nahya Derkarê Dilşêr Ebdulstar got “Dûkanên li wê derê bixwe hingvîn û tiştên keltûrî di nav geştyaran de difrotin. Xwediyên havîngehan xerciyên zêde kirîn û ziyaneke mezin gihîştiye kerta geştyarî li devera me.”

Di 20ê Temmûza îsal de Artêşa Tirkyê havîngeha gundê Perexê topbarankir û di encamê de 9 geştiyarên Ereb bûn qorbanî û 27 geştiyarêndin jî brîndar bûn.