Galeriya wêneyan

26-08-2022
24 Photos
Bilind T. Abdullah

Şeva Pêncşema 25ê Tebaxa 2022an, Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Pervîn Çakar, bo yekemîn car li ser Keleha Hewlêrê konsereke operayê saz kir.

Pervîn Çakar 11 salan li Îtalyayê bi awayekî akademîk opera xwendiye û niha li Almanyayê dijî.

Ji bilî Kurdî opera bi zimanên Îtalî, Fransî, Almanî û Tirkî jî hat pêşkêşkirin. Soprano Pervîn Çakar bi şêwaza operayê çend stranên gelêrî û kilamên Kurdî jî gotin.

Rêveberê Mala Muzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî ji Rûdawê re ragihand, “Ev yekem car e konsereke operayê li Hewlêr û Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.”