Kêmbûna ava Feratê bandor li çandinî û ava vexwarinê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) -Tevî ku rêkeftinek di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye îmzekirin derbarê rêjeya berdana avê, lê niha asta ava Feratê gelekî kêm bûye û bandor û ziyan li mirov, çandinî, ajel û ava vexwarinê kiriye. Li gor amarên nexweşxaneya sereke ya bajarê Heseke, di dema mehek û nîvê de, 1728 kesan ji ber nexweşiyên  cûda yên avê serdana wan kirine.

Sûriyê û Tirkiyê sala 1995 li ser rêjeya berdana ava cemê Feratê,  rêkevtinek îmze kirin, ku pêwîst bû ji vê hêla reş av nehatibe xwarê, lê niha ev qasî daketiye û çaviyên bendavan ji kar ketin.

Berpirsê pişkinînê di bendavê de Mistefa Ebdulrihman dibêje: “Rêjeya  me ya mezin 304 e, lê niha daketiye 298 , me şeş metre av kêm kiriye, ev  yek jî ziyanê dighîne mirovan, çandiniyê, ajalan û ava vexwarinê jî.”

Kêşana avê bi sîtêran ji jêderên nediyar ji ber kêmbûna ava Feratê û  girtina Wêstgeha Elok, karê her kesî bû, lê zarokan xwe li ber  gemariya ava sîtêran negirt.

Dayîka zarokek nexweş Eyşê Ehmed dibêje: “Em wan dibin nexweşxaneyê, ji ber ava gemar gelek kes nexweş dikevin. Jixwe me elektirîk ji bîr kiriye.”

Tenê li nexweşxaneya sereke ya bajarê Hesekê, li gor amarên rêveberiya wê, di meh û nîvekê de, 1728 kesan ji ber nexweşiyên cûda yên avê serdana wan kirine.

Hevserokê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Mihemed Seîd Ebdullah jî got: “Ji ber ava geman îltîhaba hundir çêdibe, nexweşiyên dem dirêj çê dike, nexweşiyê pişkê û zikçûnê û cerim derketine, av ya bîran e, tehl e û şor e, kesê ku  bikartînê di paşerojê de dê tûşî nexweşiyê cerm bibin û bandorê gorçikan dike.”

Havîneke zehmet bû ji xelkê re, ne av û ne elektirîk hebû û bi ser  de jî hîşkesalî.