Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dizekî xebatkarê zêringeriyekî bi guleyan birîndar kir û ji kaseya zêringêr pere dizîn.
Li navenda navçeya Artukluyê ya Mêrdînê kesek bi çek û maskeyê rûpoş û bi armanca şelandinê ji xebatkarê zêringerekî pere û zêrên di dikanê de xwestin.
Xebatkarê zêringer ê bi navê S.I, daxwaza wî bi cîh nekir û alozî di nav wan de derket.
Piştî aloziyê kesê dixwest diziyê bike ji serê xwe birîndar bû û wî jî bi guleyan xebatkarê zêringer birîndar kir û pereyên di kaseyê de birin.
Xebatkarê zêringer ji bo nexweşxaneyê hat rakirin û diz jî bi operasyona polîs hate girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse