30 kesên di Çemê Muradê de asê mabûn hatin rizgarkirin

26-08-2021
RÛDAW
Nîşan Çemê Muradê Kumgeçit Çewlig
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê  30 kesên ku ji ber bilindbûna rêjeya ava Çemê Muradê asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyan 3 malbat ji bo seyranê çûn gundê Kumgeçit ê ser bi parêzgeha Çewligê ve û li kêleka Çemê Muradê rûniştin, lê piştî demekê rêjeya ava çem bilind bû û 30 kes di çem de asê  man.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) û hêzên cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî xebata 2 demjimêran  30 kesên ku di çem de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst