Serokê Partiya Cîhana Nû: Divê em ji Kurd û Kurdî netirsin

26-08-2021
Sahîra Siddiq
Nîşan Partiya Cîhana Nû Emanullah Gunduz Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Cîhana Nû Emanullah Gunduz derbarê çand û zimanê Kurdî de ragihand ku “Mafê Kurdan jî mîna Tirkan heye bi ziman û çanda xwe bijîn. Axaftina bi kurdî zirarê nade dewletê, dewletê perçe nake! Dîve em xwe ji vîrusa faşîst a nîjadperest xilas bikin.

Serokê Partiya Cîhana Nû Emanullah Gunduz di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî ya li Enqerê de behsa çand Kurdan û zimanî Kurdî kir.

Emanullah Gunduz dibêje: “Mafê Kurdan jî wekî Tirkan heye ku çand û zimanê xwe bijîn! Axaftina bi kurdî zirarê nade dewletê, dewletê perçe nake! Pêwîst e ku em xwe ji vîrûsa faşîst a nîjadperest rizgar bikin.

Gunduz diyar kir ku mafê her gel û nijadê heye ku bi zimanê xwe fêrî çanda xwe bibin û got: "Em weke azadîxwaz, nîşan didin ku armanca me ew e her çand, nijad û nirxên mirovan di bin garantiya qanûnî de bêne parastin û berdwam bin.”

Gunduz amaje bi wê yekê kir ku Komara Tirkiyê bi hevkariya Kurd û Tirkan hate avakirin û wiha pê de çû: “Belê, ev de Komara Tirkiyê ye. Lêbelê, di avabûna vî welatî de xwîna Kurdan li gel a Tirkan rijiya. Ji bo ku em biratiya misilmanan ava bikin divê em weke Tirkî rê bidin bikaranîna Kurdî jî. Em Kurdan wek nijadek kevnar û xwedî şaristaniyek serbixwe dibînin. Tîmeke faşîstan. Em têgihîştina aliyên faşîst ku dibêje 'Kurd nînin' û zîhniyetên nijadperest qebûl nakin. Em dibêjin ku Kurdên xwedî şaristaniya kevnar, mafê wan heye zimanê xwe bikar bînin. Em gotina moderatorê di bernameyek televîzyonê de qebûl nakin, ku gotibû ‘hûn li vir nikarin bi vî zimanî (kurdî) biaxivin, ev der Komara Tirkiyê ye’.  Em niha cîhanek dixwazin ku Kurd bikaribin bi azadî û serbestî bi Kurdîtiya xwe bijîn.”

Serokê Partiya Cîhana Nû herwiha tekez kir ku ji ber ku Kurd bi Kurdî diaxivin ew kêm û biçûk nabin û wiha got: “Em vî mejiyê kevn û ramana tarî û teng, têgihiştinên faşîst û nijadperest dixin bin lingan. Dema ez bi Kurdî diaxivim hinek dibêjin 'Serok, me ev ji te hêvî nedikir, ma tu Kurd î?'. Ev tevgerek zehf bêexlaqî û nemirovane ye. Divê em Kurd û zimanê Kurdî biparêzin. Divê em pêşerojê li ser biratiya Tirk û Kurdan ava bikin.”

Gunduz bi bîr xist ku di her warî de hewcedarî bi Kurdî heye û got: "Çend Brîtanî hene diçin Mêrdîn, Şıirnex û Colemêrgê. Hûn dikarin nîşan bidin ku çend kes dikarin wan daxuyaniyan bi Îngilîzî fêm bikin. Lêbelê, hema hema di wan balafiran de hemû hemwelatiyên me yên Kurd in. Divê li balafirxane, îstasyonên trênan, otogar û cihên gilştî anon bi Kurdî jî bin. Eger ev yek were kirin Tirkiye dê pêş bikeve. Li vî welatî zêdeyî 25 mîlyon Kurd hene, divê wê demê rêz bo Kurdan û Kurdî were dayîn. Divê rê li ber Kurdî were vekirin û Kurdî bibe zimanê perwerdê. Divê êdî em biryarên wêrek bidin. Ev welat bi hişmendiya faşîst û nîjadperest a Tirkiyeya kevn nikare mezin bibe û pêş bikeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst