Şandeke Partiya Pêşerojê li Amedê serdana PAKê kir

26-08-2021
Nîşan Partiya Pêşerojê PAK Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke  Partîya Pêşerojê li Amedê serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) kir û herdu aliyan derbarê mijarên rojevê de bîr û rayên xwe anîn ziman. 

Şandeke Partiya Pêşerojê ku ji Serokê Şaxa Amedê yê partiyê Aydin Aytaç, cîhgirê serokê şaxê Amedê yê partiyê Soner Ordu, Sekreterê Şaxê Amedê yê partiyê Hasan Uygun, Serokê Ciwanan ê Teşkîlata Amedê ya Partiya Pêşerojê Ferhat Simpil pêk dihat, duh Çarşemê 25ê Tebaxa 2021ê serdana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir. 

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Berdevkê PAKê Hanifi Turan, Endamê Meclîsa Partiyê ya PAKê Salih Kaplan û rêvebirê Teşkîlata Amedê ya PAKê Îsmail Ediş pêşewaziya şanda partiya Pêşerojê kirin.

Li gor daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê şanda Partiya Pêşerojê di derbarê rewşa Tirkiyê û rûdanên van demên dawî de bîr û rayên partiya xwe anîn ziman û xwestin ku peywendiyên herdu partiyan berdewam bibin.

Di heman daxuyaniyê de şanda PAKê jî ji ber vê serdanê spasiyên xwe pêşkêşî şanda Partiya Pêşerojê kir û hat gotin: “Şanda PAKê di derbarê doza girtinê ya di derbarê PAKê de, di derbarê êrîşên nîjadperetî yên li dijî kurdan, di derbarê siyaseta dewleta Tirkiyê ya li dijî kurdan û di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anîn ziman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst