Şêwirmendê Erdogan: Ewropa dê baweriya xwe bi Tirkiyê neyne
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik derbarê koçberên Efxan de ji medyaya cîhanî re axivî û got ku “derbarê koçberên Efxan de Ewropa de baweriya xwe bi Tirkiyê neyne.”
Şêwirmendê Serokamariya Tirkiyê Îlnur Çevik got wan deriyê xwe bo her penaberekî ji Sûriyê vekir, lê civaka navdewletî derbarê vê mijarê de zêde alîkariya Tirkiyê nekir, tekez jî kir ku divê civaka navdewletî jî li ser vê yekê bersiva xwe bide ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye.
Îlnur Çevik dibêje: “Derbarê serederiya bi pêleke nû ya koçberên Efxan dê Ewropa baweriya xwe bi Tirkiyê neyne.”
Ev gotinên Îlnur Çevik di demekê de ne ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di roja 25ê Tebaxa 2021ê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Tirkiye ji bo pêleke nû ya koçberan ne amede ye û gotibû: “Tirkiye di rewşa niha de zêdetir ji 5 milyon koçber û penaberan vehewandiye û nikarin barekî nû yê koçberan rakin.”
Recep Tayyip Erdogan got, ew niha bi erênî li peyamên rêberên Talîbanê dinêrin.
Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di hevdîtina bi balyozên welatê xwe re li ser Efxanîstanê axif û got pêvajoya li pêş wan ne bi gotinên Talibanê, dê bi pêngav, çalakî û kiryarên Talibanê diyar bibe.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herî dawî ragihandbû ku ew dê hemû serbazên xwe yên li Efxanistanê vekişînin.