Jinên di zindana Hemzat de bo Mirate hatine veguhastin

26-08-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Jinên Efrînî yên girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew jinên ku di zindana gurûpa Hemzat de hatibûn dîtin, bo zindana navendî ya Maratê hatine veguhastin.

Rêkxistina Mafên Mirovan a Efrînê li ser zimanê çavkaniyeke taybet ji nava Efrînê belav kiriye, ku ew jinên berî demekê di zindaneke gurûpa Hemzat de, li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê hatibûn dîtin, hemû ji bo zindana Maratê ya navendî hatine veguhastin.

Heman çavkaniyê eşkere kiriye, ku kesûkar û malbatên wan jinan seredana wan kirine û rêveberiya zindanê jî soz daye wan, ku di demeke nêzîk de werin dadgehîkirin.

Tevî ku berê soz dabûn, ku wan jinan azad bikin, lê heya niha nehatine azadkirin, ji bilî Nîroz Ehmed Bekir, dema ku ji bo zindana Hemzat li Basûte hatibû veguhastin, hatibû azadkirin.

Di meha Gulana îsal de hejmarek jinên Kurd li Efrînê di baregeheke grûpa el Hemze de hatibûn dîtin, ku pêştir ji aliyê çekdarên wê grûpê ve hatibûn girtin

Dîtina wan jinên Kurd ên Efrînî di nava baregeheke grûpa el Hemze de piştî wê yekê hat, ku di navbera erebên Xûteyê yên nîştecihê taxa Mehmûdiye ya Efrînê û çekdarên grûpa el Hemze de şer derket û çekdarên wê grûpê ji baregeha xwe reviyan.

Piştî ku çekdar ji baregeha xwe reviyan, xelkê taxê û Polîsê Leşkerî yê ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve avêtin ser baregehê û hejmarek jinên girtî di baregehê de dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst