Hêza leşkerî ya Tirkiye û Yunanê

26-08-2020
RÛDAW
Ev heyamek e li rojhilatê Derya Spî alozî û krîzek di navbera Tirkiye Yunanê de heye
Ev heyamek e li rojhilatê Derya Spî alozî û krîzek di navbera Tirkiye Yunanê de heye
Nîşan Yunan Tirkiye Derya Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev heyamek e li rojhilatê Derya Spî alozî û krîzek di navbera Tirkiye Yunanê de heye li ser serweriya avên deryayî û herdu welat berdewam gef li hev dixwin.

Eger ev krîz bigihije asta şerekî çekdarî hêza van herdu welatan wiha ye;

Bûdceya Tirkiyê Tirkiye 19 milyar dolar û ya Yunanê 4.84 milyar dolar e.

Tirkiyê 735.000 leşker hene ku 355.000 jê çalak û 380 jê yedek in û Yunanê 750.000 leşker hene ku 200.000 leşkerên çalak û 550.000 leşkerên yedek in.

Tirkiyê 2622 tank, 8777 otomobîlên zirhî, 2976 top û Yunanê 1355 tank, 3691 otomobîlên zirhî, 1162 top hene.

Herwiha Tirkiyê 206 balafirên şer, 100 helîkopterên şer, 497 helîkopter, 12 keştiyên bin avê, 16 keştiyên şer hene û Yunanê 187 balafirên şer, 29 helîkopterên şer, 231 helîkopter, 11 keştiyên bin avê û 13 keştiyên şer hene.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Yunanê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand we dê li gel Qibris, Îtalya û Fransayê manoreke serbazî ya hevbeş encam bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst