Li Kurdistanê daxwaza ji bo enerjiya rojê zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê welatiyê bi navê Mihemed Ebdulezîz, ji bo çareserkirina kêşeya elektîrîkê û sûdgirtina ji enerjiya rojê, bi danîna panelan li ser banê mala xwe, rojane 10 amper elektîrîkê hildiberîne.


Mihemed Ebdulezîz li taxa Rastî ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi bicihkirina 12 panelan li ser banê xaniyê xwe, bo wergirtina enerjiya rojê, pêdiviya elektîrîkê ya malbata xwe bi xwe dabîn dike.


Mihemed Ebdulezîz derbarê vê xebat û projeya xwe de ji Rûdawê re axivî. Ebdulezîz, dibêje, “Ji ber kêmbûna karebayê, kêmbûna voltaja jeneretoran û bihayê wê yê zêde, min biryar da vê sîstemê damezrînim.”


Ew welatiyê Kurd ku niha bo elektîrîkê jeneretoran bikar nayîne û bi saya enerjiya rojê, pêdiviya mala xwe dabîn dike, ji cîranên xwe re jî sûdwergirtina ji enerjiya rojê pêşniyaz dike.


Ebdulezîz ku ji Beşa Elektîrîkê ya Dibistana Teknîk a Hewlêrê, derçûye û diyar dike, “Piştî ku min ev sîstem danî, li taxa me 5 kesên din jî heman sîstem li ser banên xaniyên xwe damezirandin. Xelk bi berdewamî ji bo dîtina vê sîstemê tên mala min. Yek kêşe heye ew ji lêçûnên sîstemê ye. Di destpêka danîna sîstemê de lêçûnên wê piçekî zêde ne. Lêbelê dema we fatûreyên elektîrîkê û lêçûnên jeneretoran yên çend salan hesab kirin, heman mesref diçe.”


Li Herêma Kurdistanê 4500 jenerator tên bikaranîn


Li Herêma Kurdistanê, di heyama 13 salan de ji bo berhemanîna elektîrîkê ji sotemeniyê, 13 santralên berhemanînê hatine damezrandin. Li gel santralên berhemanîna elektîrîkê yên li Dokan û Derbendîxanê, kapasîteya berhemanîna elektîrîkê gihiştiye 6 hezar û 364 megawatan. Ev rêje têrî pêdiviya elektîrîkê ya Herêma Kurdistanê dike, lêbelê ji ber ku ji bo van navendên hilberînê sotemenî nayê dabînkirin, rojane 3 hezar û 500 megawat elektîrîk tê hilberîn.


Li gor amarên Lîjneya Berevaniya Jîngehê, li Kurdistanê li gel ên li navendên hilberîna elektîrîkê, bi giştî 4 hezar û 500 jenerator hene.


Berdevkê Lîjneya Berevaniya jîngehê Hindirîn Şêx Xalîb, radigihîne, “Piraniya jeneratorên taybet li park, bexçe û deverên şînkahiyê hatine bicihkirin. Ev jî jibilî dengê wan ê bilind, ziyaneke mezin digihînin park û bexçeyan jî. Ji ber ku mazût tê bikaranîn, dûkeleke zêde jî belav dikin û ev jî bo ku fîltre nayên bikaranîn, ziyaneke mezin digihîne hewa û jîngehê.”


Li gor lêkolînan şewitandina lîtreyeke mazûtê dibe sedema belavbûna nêzikî 2 hezar û 640 gram karbondîoksîtê li jîngehê.


Şêx Xalib dibêje, “Min gelek caran ji bo dîtina alternatîfa jeneretoran, daxwaz ji hikûmetê kir. Min xwest ku li ser enerjiya rojê kar bê kirin, lêbelê ti kesî guh neda min.”


Li Herêma Kurdistanê di berhemanîna elektîrîkê de sûd ji enerjiya avê, sotemenî û fueloîlê tê wergirtin. Tevî rêjeya rojê gelek zêde ye jî, sûdwergirtina ji enerjiya rojê gelek kêm e.


Mihemed Selîm ku li Kurdistanê berpirsê kompaniyeke hilberîna enerjiya rojê ye, dibêje , “Li Herêma Kurdistanê keşûhewa bo hilberîna elektîrîkê ji enerjiya rojê gelek guncaw e. Xelk jî êdî agahdarî vê sîstemê ye. Lêbelê pirsgirêk ew e ku Wezareta Elektîrîkê hê jî ev sîstem weke stratejiyek ne daniye ber xwe. Planeke hikûmeta ya piştevaniya welatiyan bi rêya bankeyan bo wergirtin û bikaranîna vê sîstemê nîne. Ji ber ku sîstem gelek biha ye û her kes nikare bikire.”


Miheme Selîm aşkere dike ku eger hikûmet piştevaniyê bide, bi rêya çênd panelan ku lêçûnên wan 3 hezar û 200 dolaran derbas nakin, ew dê di navbera 10 – 15 amper elektîrîkê hilberînin û bi vî awayî ew dê rojane pêdiviya elektîrîkê bo 14 demjimêran bo her malekê dabîn bikin.


Berpirsên fîrmayan didin zanîn ji ber ku xelk bi başî serwextê sîstema enerjiya rojê nîne, hinek kes di dema damezrandina sîstemê de rastî ziyanê tên.


Lezan Xalîd ê xwediyê Kompaniya Lezanê jî diyar dike, “Daxwazeke zêde li hemberî enerjiya rojê heye. Lêbelê bihayê zêde yê wê sîstemê, karîgeriyê li ser xelkê dike. Ji ber hindê piraniya wan daxwaza şikandina bihayan û kirîna bi bono dikin.”


Herwiha Xalîd dibêje, “Wan kompaniyên sîstema enerjiya rojê, berhemên baş pêşkêş nekirine. Ji ber vê sedemê baweriya xelkê şikestiye. Beşek ji kompaniyan ji bo zêdetir bifiroşin, bataryayên sexte bicih kirine û ji xelkê re gotine hûn dikarin ewqas elektîrîkê hilberînin. Lêbelê gotinên wan rast derneketine.”


Li Herêma Kurdistanê milyonek û 567 kes elektîrîka hevbeş bikar tînin


Li gor amarên Wezareta Elektîrîkê, li Herêma Kurdistanê milyonek û 567 kes elektîrîka hevbeş bikar tînin ku ji sedî 75 xelk, rêjeya din jî di saziyên bazirganî, pîşesazî û cotyariyê  de ye.


Berpirsê Belavkirina Elektîrîkê li Herêam Kurdistanê, Umêd Ehmed, derbarê sedema bikarneanîna sîstema enerjiya rojê de radigihîne, “Santralên hilberîna elektîrîkê xaza sirûştî bikar tînin. Kîlowatek elektîrîk li ser hikûmetê dibe 120 dolar. Hilberîna elektîrîkê ji sotemeniyê, ji ya ji enerjiya rojê erzantir e. Ji ber hindê me enerjiya rojê nexist nav plansaziya xwe.”


Li gor amarên Wezareta Elektîrîkê li Herêma Kurdistanê, milyonek û 300 hezar şofbenên bi elektîrîk tên bikaranîn. Eger hikûmet planekê bo dabînkirina pêdiviya bi ava germ ji enerjiya rojê, saz bike, rojane hezar megawat sexbêrî dê ji elektîrkê bê kirin.


Umêd Ehmed dibêje, “Li Herêma Kurdistnê ji bo sûdwergirtina ji enerjiya rojê, rêjeya rojê gelek guncaw e. Ji ber vê yekê ji bo ava germ bikaranîna enerjiya rojê gelek girîng e. Herwiha xetên enerjiyê jî ziyanê dibînin. Ji ber ku di heyamên zivistanê de ji sedî 70ê elektîrkê ji bo germayê û şofbenan tên bikaranîn. Planên me hene em vê projeyê cîbicî bikin.”