Ciwanê Kurd xwest xwîşka xwe rizgar bike lê ew bi xwe xeniqî

Ranye (Rûdaw) – Îro li navçeya Ranye ya Silêmaniyê ciwanekî dema xwest xwîşka xwe ji xeniqînê rizgar bike, bi xwe xeniqî.

 

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Raperînê Husên Ebdulah ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 02:30ê piştî nîvro (26-08-2018), hemwelatiyekî xelkê Hewlêrê yê bi navê Karzan Silêman Ehmed, ku ji bo geşt û seyranê hatibûne derbenda Ranyeyê, di avê de xeniqî.”

 

Husên Ebdullah da zanîn, ku xwîşka Karzan ketiye avê û wî xwestiye xwîşka xwe rizgar bike lê ew bi xwe xeniqiye.

 

Ebdullah got, ku termê Karzan Silêman Ehmed ê 28 salî ji avê hatiye derxistin û şandine pizîşkê dadî yê Ranyeyê.

 

Li gorî amarên Berevaniya Şaristanî ya Raperînê îsal 7 hemwelatî li Raperînê xeniqîne.