FLAŞ - “Di pêvajoya aştiyê de tekane aktor Barzanî ye”!

27-08-2016
Kemal Avcı
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî
Nîşan Tirkiye PKK Bakurê Kurdistan Barzanî Pêvajoya aştiyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Endamê Şandeya Mirovên Aqilmend Faruk Unsal derbarê dubare destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ragihand, tekane aktorê ku dewleta Tirkiyê û PKKê bîne ser maseya muzakereyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

 

Şer û pevçûnên li Bakurê kurdistanê bûne sedem ku dîsa niqaşên proseya çareseriyê werin rojevê.

 

Rêxistinên sivîl û rewşenbîr bang li PKKê dikin ku bila dev ji çekan berde. PKK ji bo vê yekê dibêje divê muzakereyên digel Ocalan dest pê bikin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dibêje, divê PKK dest ji çekan berde.

 

Têkildarî mijarê endamên şandeya aqilmendan jî diyar dikin ku di  vî warî de divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî navbeynkariyê bike.

 

Bi gurrbûna şerê li Bakurê Kurdistanê bendewariyên raya giştî bo vegera li proseya çareseriyê jî mezintir dibin. Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî jî di seredana xwe ya Tirkiyeyê de dabû xuyakirin ku ew di warê vegera li proseyê de hêvîdar e, lê ji bo vê yekê dem pêwîst e.

 

Endamekî şandeya Mirovên Aqilmend a Tirkiyê jî dibêje, eger ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di proseyê de cîih bigire pêkan e ku riya danûstaninan jî vebe.


Endamê Şandeya Aqilmendan Faruk Unsal derbarê hêviyên bo destpêkirina pêvajoya aştiyê de ji Rûdawê re axivî.

 

Faruk Unsal amaje bi rola HDPê di muzakereyên berê de kir û ragihand, ku renge di pêvajoya nû de HDP li derveyî muzakereyan bimîne. Derbarê rola Barzanî de jî Unsal da xuyakirin, ku tekane aliyê ku bikribe niha PKKê û Tirkiyê bîne ser maseya muzakereyan, Barzanî ye.

Unsal wiha axivî:

 

“Eger ku were bîra we proseya çareseriyê bi ser HDP’ê ve dihat meşandin. HD’ê dikarî him bi dewletê re him jî bi qendîlê re bixebitiya. Wisa xûya ye ku êdî HDP bêbandor hatiye hiştin. Wê gavê tekane kesê ku bikaribe bi her du aliyan re danûstandinan bike barzanî ye. Di vê rewşê de jî berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milên birêz barzanî. Em dibînin ku ew jî ji vê yekê hayedar e. Eger ku ew bikaribe bi vê berpirsiyariya xwe him li ser dewletê û him jî li ser PKK’ê nîşan bide û ev prose bi riya diyalogê veguhere aşitiyê wê birêz barzanî bibe qasidekî karekî xêrê.”

 

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî diyar kiribû ku eger şert û mercên muzakereyên digel Abdullah Ocalan werin amadekirin, ew dê ji bo vegera proseyê amade bin. Lê belê partiya desthilat AK Partî jî dibêje, eger ku PKK dest ji çekan berde pêkan e ku prose jinûve dest pê bike.

 

Cigîrê Serokê AK Partiyê Mehdî Eker jî nêrîna hikûmetê wiha tîne ziman, ku pêwîst e destpêkê PKK dest ji çekan û çalakiyên teqînan berde.

 

Mehdî Eker ji Rûdawê re wiha da xuyakirin:

 

“Serokwezîrê me jî serokomarê me jî wisa got, bi şertekê ewana heta ku wan çek û tifingên xwe, zanî nexin bin axê em bêjin dev ji kuştinê, dev ji şer bernedin, dev ji teqînan bernedin tiştekî ku bi wan re bê xeberdan, tiştekî ku bê çekirin tune ye.”

 

Proseya çareseriyê nêzikî 2 sal û nîvan berdewam kiribû. Ji ber bidawîbûna proseyê hikûmet PKK’ê, PKK û HDP jî serokkomar erdogan tometbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst