CIZÎR – Êrîşa xwekujî; 11 polîs mirin! (HATE NÛKIRIN)

26-08-2016
RÛDAW
Cizîr
Cizîr
Nîşan Cizîr Plîs Êrîş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hember Rêveberiya Polîsên Hêza Çewîk bi otomobîlek bombebarkirî êrîşek pêk hat û di encamê 11 polîs hatin kuştin. 

 

Îro danê sibê di demjimêr 06.40ê de, li taxa Konak a Cizîrê, li hember Rêveberiya Polîsên Hêza Çewîk bi otomobîlek bombebarkirî êrîşek pêk hat.

 

Avahiya rêveberiya polîsan û dikan û xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.

 

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşê de 11 polîs hatine kuştin, 3 sivîl, 75 polîs, bi giştî 78 kes jî birîndar bûne.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst