Wezîrê Pêşmerge li Kerkûkê: Mebesta me bi cih hat

Kerkûk (Rûdaw)- Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir derbarê operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê ragihand ku, pilna wan ser keft û ew gundên ku mebesta wan bûn, ketin destê wan.

Hêzên Pêşmerge îro ji bo standina gundên girêdayî bajarokên Daqûq û Xurmatû û dûrkirina metirsiya DAIŞê ji ser Kerkûkê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin.

Li eniyên pêşî yên şer li başûrê Kerkûkê, Mistefa Seyid Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Pilana me ser keft û ew gundên ku mebesta me bûn li başûrê Daqûq û Xurmatû ketin destê me de.”

Wezîrê Pêşmerge wiha got: “Îro danê sibehê, li gorî nexşeyekî pilankirî me dest bi êrişê kir. Operasyon ser keft û piraniya wan gundan ketin destê me de.”

Heta niha 18 termên çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge de.

Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî rasterast li asmanê wê deverê ne û piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikin.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ragihand, êdî metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemaye.