Îlam – 4 karmendên dewletê di bûyera tirafîkê de mirin (wêne)

26-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Îlam (Rûdaw) – Li devera Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama bûyereke tirafîkê de 4 kes mirin.

Duh danê êvarê li ser rêya bajarên Mêhran û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û agir pê ket.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 4 kes, ku hemû karmendên dewletê bûn û di banka “Qevamîn” a bajarê Îlamê de kar dikirin, can dan.

Rêveber polîsê tirafîka Îlamê da zanîn ku di nav miriyan de rêveberê giştî yê banka Qevamîn a Îlamê jî hebûye.

Li ser çawaniya çêbûna bûyerê jî wî rayedarê polîs got, li gorî encamên lêkolînên me, derketiye holê ku leza otomobîlê pir zêde bûye ji ber wê jî şofêr nekariye otomobîlê kontrol bike.










Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst