Îranê girtiyê siyasî yê kurd Bêhrûz Alxanî îdam kir

26-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Ormiye (Rûdaw) – Malbata girtiyê siyasî yê kurd Bêhrûz Alxanî ragihand, Bêhrûz ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hat îdamkirin.

Girtiyê siyasî yê kurd Bêhrûz Alxanî, ku zivistana 2009ê li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin, duh ji bo bicîhanîna cezayê îdamê, bo hucreya takekesî hatibû veguhestin.

Li gorî malpera Navenda Çalakvanên Mafên Mirov ên Kurdistanê, her çiqas Rêxistina Lêborîna Navdewletî bang li Îranê kiribû Bêhrû Alxanî îdam nekin û li benda bersiva berteka parêzerê wî bimînin lê malbata wî îro ragihand, Bêhrûz şeva borî saet 01:10 li girtîgeha Ormiyê hat îdamkirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî duh bang li Îranê kiribû, ji ber ku parêzerê wî girtiyê kurd bertek nîşanî fermana dadgehê daye, heta bersiva bertekê neyê dayîn nabe Bêhrûz were îdamkirin.

Wê rêxistina mafên mirov gotibû, eger Îran wî îdam bike wê çaxê qanûnên xwe jî û yên navdewletî jî binpê dike.

Bêhrûz Alxanî, meha Çile ya 2010ê li bajarê Selmasê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin û piştî êşkence û zilmek mezin, bi hêceta endamtiya PJAKê û beşdarî di kuştina dadwerê bajarê Xoyê yê bi navê Velî Hacî Qulîzade bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin.

Alxanî, duh beriya ku were îdamkirin, bi telefonê ji malbata xwe xwestibû wî bibînin.

Dadwerê Xoyê Velî Hacî Qulîzade, Kanûna 2009ê li ber mala xwe di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin. Dewleta Îranê kuştina wî dadwerî avêtibû stûyê PJAKê.

Bêhrûz Alxanî sala 1985ê li bajarê Selmasê ji dayîk bibû.


Hat gotin ku malbata wî li ber girtîgehê li benda wergirtina cenazeyê kurê xwe ne.

Li gorî agahiyan, jibilî Bêhrûz Alxanî, şeva borî 5 girtiyên din jî li girtîgeha Ormiyê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatin îdamkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst