Duran Kalkan: Danîna peykeran, şewitandina otobûsan ne li gorî pêvajoya nû ye

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan, bi tundî rexne li şêwaza çalakiyên vê dawiyên endam û alîgirên PKKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û wiha got: “Şewitandina otobûsan li Stenbolê, girtina dikanan li bajarên kurdan, danîna peykeran û girtina rêyan zirarê didin me û ne li gorî pêvajoya nû ne”.

Endamê Desteya Serokatiya KCKê Duran Kalkan, di nivîsa xwe ya vê carê de ku bi navê Selahedîn Erdem di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hatiye belavkirin, bi tundî şêwaza çalakiyên endam û alîgirên PKKê bi taybet Tevgera Demokratîk a Ciwanên Welatparêz (YDG-H) rexne kiriye.

Kalkan bi tabet behsa şewitandina otobûsan, girtina dikanan, girtina rêyan û danîna peykeran (mebesta wî danîna peykerê Mahsûm Korkmaz li Amedê ye) kiriye û wiha gotiye: “Hinek caran li Stenbolê otobûs tên şewitandin, li bajarên kurdan dikananan didin girêdan, rêyan digirin. Gelo ev çalakî çi sûda wan ji şoreşê re heye? Ma qey em di her tiştî de bi ser ketin tenê danîna peykeran maye?!...”

Wî rayedarê KCKê gotiye ku divê çalakî û xebata endam û alîgirên rêxistinê li gorî rûhê “pêvajoya çareseriyê” çimkî eger wisa nebe wê demê em nikarin bêjim pêvajoyeke nû dest pê kiriye ji ber ku dema pêvajoyek nû dest pê bike divê çalakî û xebata wê jî nû bin.

Di dawiyê de Duran Kalkan ji hemû endam û alîgirên PKKê dixwaze, li gorî rûhê pêvajoya nû kar û çalakiyên xwe organîze bikin û xwe ji çalakiyên provokatîf dûr bixin.

Tê zanîn, vê dawiyê li gundê Sîsê yê Amedê peykera yek ji fermandeyên PKKê Mehsûm Korkmaz hatibû danîn lê ew peyker ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû rûxandin. Ji ber vê yekê alozî derketibû û di bûyeran de sivîlek, leşkerek miribûn û 3 kes jî birîndar bibûn.

Rayedarên PKKê jî gotibûn, haya wan ji danîna peykerê Mahsûm Korkmaz nebûye.