Swêd sindoqên hilbarjartinê li navçeya Kulu datîne

26-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) -  Li Navçeya Kulu ku girêdayî bajarê Konya yê Tirkiyeyê ye û hemû niştecihên wê kurd in, dibe warê hilbijardineke balkêş. Ji bo hilbijardinên giştî û herêmî yên Swêdê li Kulu dê sindoqên dengan bên danîn.

 

Di hilbijardinên 14ê îlonê de welatiyên Swêdê dikarin di nûnertiyên dîplomatîk ên derve de jî dengên xwe bikar bînin. Lê tiştê herî balkêş di nav deverên dengdana derveyî Swêdê de navçeya Konyayê Kulu jî heye. Ji ber ku li Kulu ji 30 hezarê zêdetir welatiyên Swêdê hene.

 

Roja 28ê tebaxê li navçeya Kulu dê sindoq bêne danîn û welatiyên Swêdê ku li wê derê ne dengên xwe bikar bînin.

 

Hasan Dolek Serokê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirkiyeyê ya li Swêdê da xuyakirin, ew namzedê Partiya Sosyal Demokrata Swêdê ye û amadekarî dikin ku, welatiyan ji gundan bibin navenda navçeyê bo ku dengê xwe bikarbînin.

 

Parlementerê Partiya Muhafezekar Sedat Dogru jî, tevî sekreterê giştî yê partiyê Mattias Zackrisson li Kulu dê hevdîtinan bikin. Dogru got ewê li Kulu gund bi gund bigerin û deng bixwazin.

 

Hemû niştecihên Kulu kurdên ku sedan sal berê ji Kurdistanê hatine koçberkirin pêk tê. Li Anatoliya navîn niştecihên Cihanbeyli ya Konyayê, navend û gelek navçeyên Aksarayê, hin navçeyên Kirşehîrê, navçeyên Haymana û Bala yên Enqereyê jî bi piranî kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst