Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende tê Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende dê îro serdana Herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtin bike.
Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende ku roja 24ê Tebaxa 2014an serdana Bexdayê kiribû, bi rayedarên iraqî re civiya.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Borge Brende piştî serdana Bexdayê çûye Tirkiyeyê û dê ji wir re jî serdana Hewlêrê bike.
Brende dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistatnê bi taybet rewşa koçberên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê neçar man cîh û warê xwe berdin, gotûbêj bike.