Dadgeh hatin girtin parêzerên rojavayê Kurdistanê bêkar man

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li rojavayê Kurdistanê ji ber girtina dadgehên rêjîma Sûriyê li deverên kurdî parêzerên kurd bêkar man ji ber wê jî neçar man berê xwe bidin xebatên sivîl.

Parêzerên kurd ên rojavayê Kurdistanê ji ber girtina dadgehan ji aliyê rêjîmê tevlî xebatên sivîl dibin û bi çêkirina semînar û civînan xelkê ji rewşa niha agahdar dikin…

Li gorî parêzeran, ji ber ku rewşa ewlehiya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê têk çûye her wiha ji ber nebûna kar xelkê rojava neçar dimînin koçber bibin…