Qetîtek sêv destên wî kirin kelemçeyê

Köln (Rûdaw) – Kurdekî ji Swîsreyê xwest rojeke xweş ligel kurê xwe yê sê salî derbas bike, lê roja wî bi destên di kelemçeyê de bi dawî bû.

Kurdê ku ev 10 sal in li Wiedikon a Zurichê dijî, ji bo ku kêfa zaroka xwe bîne, yekşema hefteya derbasbûyî ҫû qeraxê ҫemê Lîmmat li bajarê Swîsre Zurichê û di seet 17.35ê de bi kurê xwe re li keştiya bi navê Limmaboot a tûrê siwar bû. Pêşiya herkesî ew bavê kurd û kurê xwe li keştiyê siwar bûn. Piştre 22 rêwiyên din jî siwar bûn.

Li gor rojnameya NZZ, dema konrolkera keştiyê dît ku bavê kurd qetîtek ji sêveke ku li malê amade kiribû dide kurê xwe, beyî silavê bide, jê re gotiye ku xwarin qedexe ye. Bavê kurd jî li ser vê yekê dibêje ku ew xwarinê naxwin lê belê ji ber kurê wî birҫî ye, ew sêvê didiyê. Bavê zaroka sê salî herwiha diyar dike ku wî piştre kurê xwe daniye ser kaboka xwe û êdî sêv nedayê. Lê piştre zarok diҫe ser kursî û ji xwe re li derve dinêrê. Li ser vê yekê jî ya kontrolker dîsa tê cem wan û vê carê tiliya xwe lê dihejîne û dibêje: "Divê hûn biyanî biaqil bin".

Polîsan jî lê doz vekirin

Bi vê gotinê jî alozî destpêdike. Bavê kurd ji kontrolkerê re dibêje: "Ez li vir ne biyanî me, ez jî rêwiyekî ji rêzê me û destûrê jî nadim ku kesek tiliyan li min bihejîne û biaxive. Hûn miroveke derûntêkҫûyî ne."

Li ser vê jî birêveberên keştiyê jê dixwazin ku ew û kurê xwe keştiyê biterikînin. Piştî ew dibêje ku bilêta wî heye û sedem nîne ku ew keştiyê biterikîne, birêveber bangî polîsan dikin. Du polîsên ku tên jê dixwazin ew ji keştiyê derkeve, lê Kurd jî hewil dide ku behsa mafên xwe bike lê belê polîs guhdariya wî nakin. Dûre jî destên wî dikin kelemҫeyê û dema wî bi xwe re dibin kurê wî yê sê salî jî dike hewar û digirî. Piştre jî, dema ew parêzerekî dixwaze, wî serbest berdidin. Digel ku birêveberiya şirketa keştiyê dibêje ku karmendên wan beyî meylên nijadperestî tevgeriyane, bavê kurd ji tespîta xwe piştrast e.

Kurdê ku bi awayekî neçaverêkirî geşta xwe bi dawî kir, paşê pê hesiya ku bi sedema “guhnedana polîsan“ ew ji bo îfadeyê hatiye daxwazkirin.